Îsmaîl Bêşikçî: Serdana Mesrûr Barzanî bo Amerîkayê pir girîng bû

Îsmaîl Bêşikçî
Îsmaîl Bêşikçî

Navenda Nûçeyan (K24) - Nivîskar û parêzvanê doza Kurdan Îsmaîl Bêşikçî ragehand, “Serdana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo Amerîkayê pir girîng bû.” Herwesa got, “Divê Kurd têkiliyên xwe bi Amerîkayê re pêş bixin.”

Nivîskar û parêzvanê doza Kurdan Îsmaîl Bêşikçî îro (Yekşem, 25ê Gulana 2025ê) ji Kurdistan24ê re ragehand, “Divê Kurd di her derfetekê de bi Amerîkayê re bicivin, û li ser maf û azadiyên gelê Kurdustanê zanyaran bidin Amerîkayê.”

Bêşikçî herwesa got, “Divê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê bibin xwedî qewareyeke serbixwe û di dû re bizavê bikin ku bibin dewlet û pêngavan ji bo wê yekê biavêjin."

Weqfa Îsmaîl Bêşikçî îro (Yekşem, 25ê Gulana 2025ê) li bajarê Stokholmê yê Swêdê bi tevlîbûna vekoler, nivîskar û rewşenbîrên her çar perçeyên Kurdistanê konferansa Îsmaîl Bêşikçî li dar xist.

 
Fly Erbil Advertisment