Îran: Armanca Îsraîlê têkdana tevgera danûstandinên navbera Waşinton û Tehranê ye

Îsmaîl Beqayî
Îsmaîl Beqayî

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Derve ya Îranê ragihand, “Hemî gotegotên têkildarî danûstandinên atomî ji Îsraîlê derketine, ku armanca wan têkdana pêvajoya dîplomatîk û têkdana rêya lihevkirinê ye.” Amaje jî da, “Ti demeke nû ji bo gera bê ya danûstandinan tune ye.”

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî îro (Duşemê, 26ê Gulana 2025ê) di çarçoveya konferansa xwe ya rojnamevanî ya heftane de got, “Tehran demê winda nake, belkî bi awayekî cidî ji bo peymaneke dadperwerane danûstandinan dike.” Tekez jî dike, “Tehran amade ye ku bi welatên Ewropayî re danûstandinan bike.”

Beqayî ron jî kir, "Îranê bi Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomî re têkiliyên avaker hene, herwesa Cîgirê Rêveberê Giştî yê wê ajansê vê hefteyê serdana Tehranê dike da ku hevkariya teknîkî ya dualî bişopîne."

Wî berpirsê Îranê daxwaz ji Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomî kir ku "bêalîtî û profesyonelîzmê" biparêze û nekeve bin givaştina siyasî ya ti aliyekî diyarkirî.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê bi tundî ew nûçe red kirin ên ku behsa daxwazeke Amerîkayê ji bo pişkinîna cihên serbazî yên navxweyî dikin û ew tomet wekî "derewên bêbingeh" binav kirin.

Beghayî herwesa got, "Zêdekirina uranyûmê mafekî serwerî ye û pareke yekgirtî venebirî ya bernameya aştîxwazane ya enerjiya navokî ya Îranê ye." Herwesa got, "Em tu carî di bergiriya ji pîşesaziya xwe ya navokî ya neteweyî de destan danajêlin."

Amaje jî da ku, Serokê Îranê Mesûd Pizîşkiyan dê li roja Sêşemê di çarçoveya têkiliyên dualî de serdana Omanê bike. Armanca wê serdanê jî xurtkirina hevkariyên navbera her du welatan û berdewamkirina hevahengiyan li ser berjewendiyên hevpar e.

 
Fly Erbil Advertisment