Ercan Yilmaz: Divê ji bo aştiyê gavên cidî bên avêtin û ev derfet neyê pûçkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Şaxa Diyarbekirê ya Komeleya Mafên Mirovan (IHD) daxuyaniyek da û tê de bal kişand ser pêvajoya aştiyê. Komeleyê ragihand, tevî ku sê meh di ser banga aştiyê ya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re derbas bûne û PKKê biryara xwehilweşandinê daye, lê hikûmetê ji bo pêvajoyê gavên cidî neavêtine.
Serokê Şaxa Diyarbekirê ya IHDê Ercan Yilmaz îro 26ê Gulanê di daxuyaniyê de wiha got: "Bi banga Ocalan a ji bo aştiyê û biryara xwehilweşandina PKKê re, serdemeke nû dest pê kiriye û hêviya bidawîbûna şer û pevçûnan ji nû ve zindî bûye."
Yilmaz da zanîn ku ji bo misogerkirina aştiyeke mayînde, divê heman şaşiyên pêvajoyên berê neyên dubarekirin û tekez kir ku di nava civakê de bendewariyeke cidî ji bo çareseriya pirsa Kurd heye.
Herwiha Yilmaz anî ziman, "Rewşa nakokî ya ku zêdetirî 40 sal in berdewam e, pêwîst e bi lezgînî bê çareserkirin. Gihîştina encamê di vê pêvajoyê de ne tenê ji bo Kurdan, lê ji bo hemû kesên li Tirkiyeyê dijîn xwedî girîngiyeke mezin e. Êdî dema wê hatiye ku ji bo pêvajoyê gavên cidî bên avêtin û divê ev derfet neyê pûçkirin."