Li Çewligê erdhêjek bi hêza 3.9 pileyan rû da

eNavenda Nûçeyan (K24) – Li navçeya Gegî ya ser bi parêzgeha Çewligê ve, îro demjimêr 20:13an erdhejek bi hêza 3.9 pileyan rû da.
Li gorî agahiyên ji Enstîtûya Lêkolînên Li Ser Erdhêjê ya Kandîlliyê hatin wergirtin, kûrahiya erdhejê 7 kîlometre di bin rûyê erdê de hatiye pîvandin.
Ji ber ku erdhej nêzîkî rûyê erdê bû û li herêmê hat hîskirin, di nav welatiyan de bû sedema tirs û metirsiyeke demkî.
Heta niha derbarê ziyanên canî yan jî madî de ti agahî nehatine belavkirin.