ÎHD: Di girtîgehan de 1412 girtiyên nexweş hene
Enqere (K24) – Piştî biryara PKKê li Enqerê, beriya Cejna Qûrbanê li parlamentoya Tirkiyeyê siyaset xurttir dibe. DEM Partî serdana MHPê dike, nîqaşên ser avakirina komisyoneke hevbeş didomin û tê çaverekirin vê hefteyê 10emîn Pakêta Dadweriyê ku ji aliyê AK Partî û MHPê ve hatiye amadekirin li Lijneya Giştî bê gotûbejkirin. Parêzer û Komeleyên Mafên Mirovan jî bal dikişinin ser rewşa girtiyan û yaseya dijî terorê.
Pêşnûmeya ku di raya giştî de wekî ‘Pakêta Înfazê’ an jî ‘10emîn Paketa a Dadweriyê’ tê zanîn ku ji aliyê Ak Partî û MHPê hatiye amadekirin û hin guherînên di Qanûna înfazê de pêşbinî dike, tê çaverekirin di nava çend rojan de bo Lijneya Giştî ya parlamentoya Tirkiyeyê re bê şandin.
DEM Partî di wê baweriyê de ye ku divê pakêt ne tenê teknîkî be û hewceye di heman demê de berfireh be ku ji bo aştiya civakî sûdewer be.
Di vê çarçoveyê de jî yek ji mijarên ku herî zêde tê gotûbêjkirin rewşa girtîgehan e. Hevserokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Huseyîn Kuçukbalaban jî bal dikişine ser girtiyên nexweş ku divê demildest bên berdan û yaseya dijî terorê.
Hevserokê ÎHDê Huseyîn Kuçukbalaban ji K24ê re got: “Hêviyên civakê hene. Di girtîgehan de 1412 girtiyên nexweş, 335 jî girtiyên nexweşiya wan ku giran e û nikarin jiyana xwe a rojana bidomînin hene. Li gorî daneyên me zêdeyî 400 girtiyên ku cizayên wan temam bûne jî hene û ev bêyî hewcedariya yaseyekê dikarin bên azadkirin. Ji ber Yaseya Dijî Terorê jî girtîgeh tijî ne. Ev yase encama politîkayên ewlehiyê ye ku di Pirsa Kurd de tê sepandin. Ger aştiyek tê xwestin divê ev guherîn bên kirin û bila Pakêta 10emîn a darazê bibe pengaveke qewîn a hiqûqê.”
Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê gotibû ku bi 10emîn pakêta dadweriyê re dibe ku rê li ber azadkirina 50 hezar heta 55 hezar kesan vebe. Parêzer Yusuf Dere jî dide zanîn ku niha li Tirkiyeyê de zêdeyî kapasîteya girtîgehan girtî hene û ger ev yase derbas bibe dê barê girtîgehan sivik bibe.
Herwiha roja 27ê Gulanê komcivînên DEM Partî, CHP û 28ê Gulanê ango roja Çarşemê jî komcivîna AK Partiyê heye ku dê mijara sereke nîqaşên ser 10emîn Pakêta Dadweriyê û avakirina komisyoneke li parlamentoyê bin.
Pakêta yasayên cezayan ku tê de berdana kesên beriya 31ê Tîrmeha 2023yan ketine girtîgehan, girtiyên nexweş û girtiyên temen mezin û rêziknameya tawanên dubare jî cih digire ji aliyê MHP û AK Partiyê ve hatiye amadekirin.
DEM Partî di wê baweriyê de ye ku paket têrê nake. Aliyên din jî daxwaza reformên cidîtir dikin. Parlementerekî AK Partiyê got: "Heger gotûbêj berdewam bikin, her tiştê pêwîst dê were kirin."