Bi çavdêriya Mesrûr Barzanî hilmeta li dijî madeyên hişbir dest pê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi çavdêriya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dest bi hilmeta niştimanî ya rûbirûbûna madeyên hişbir kir.
Hilmet bi diruşma "Bi hev re ber bi civakeke bihêz û saxlem" birêve diçe. Di merasîma ragihandina pêngavê de, Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed, Wezîrê Perwerdeyê Alan Heme Seîd, Wezîrê Tenduristiyê Dr. Saman Berzincî û hejmareke din ji berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê amade bibin.
Di çarçoveya hilmetê de, dê hejmarek panel bi beşdariya berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê tên lidarxistin. Armanc ji van panelan, hişyarkirina welatiyan li hember metirsiyên madeyên hişbir, çareserkirina kesên ku bi van madeyan ve girêdayî bûne û dubare tevlîbûna wan a nav civakê ye.
Amarên rûbirûbûna madeyên hişber
Li gorî amarên Dezgeha Asayîşa Herêma Kurdistanê, di çar mehên destpêka îsal de, 388 tometbarên madeyên hişbir hatine girtin. Ji van 173 kes wek bikarhêner, 143 kes wek bazirganên asayî (herêmî) û 72 kes jî wek bazirganên navdewletî hatine destnîşankirin.
Herwiha, di heyama sala borî de, nêzîkî hezar tohmetbarên bi her sê cureyan hatibûn girtin.