Operasyona li dijî şaredariya Stenbolê: Biryara girtina 47 kesan hat dayîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Li dijî şaredariya Stenbolê ya di destê CHPê de pêla pêncemîn a operasyonê dest pê kir, biryara girtina 47 kesan hat dayîn û di nav de şaredar jî hene.

Lêpirsîn ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve bi tohmetên "gendelî" û "alîkariya rêxistinê" li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê û hin şaredariyên din hatibû destpêkirin, pêla pêncemîn a operasyonê destpêkirin. 

Di 4 lêpirsînên cuda de ji bo 47 kesên di nav wan de Şaredarê Bûyûkçekmece Hasan Akgûn, Şaredarê Gazîosmanpaşayê Hakan Bahçetepe, Şaredarê Avcilarê Utku Caner Çaykara, Şaredarê Ceyhanê yê Edeneyê Kadîr Aydar û Şaredara Seyhanê yê Edeneyê Oya Tekîn biryara binçavkirinê hat dayîn.

Di nava kesên biryara binçavkirina wan hatine dayîn de, parlamenterê berê yê CHPê Aykut Erdogdu jî heye.  

Ev operasyon di demekê de tê ku beriya niha, Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu roja 19ê Adarê bi heman tohmetan hatibû binçavkirin. Piştre, roja 23ê Adarê, 10emîn Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayanê cezayê girtîgehê li Îmamoglu birîbû.

 
 
Fly Erbil Advertisment