Tulay Hatîmogullari: Bila kujer werin aşkerekirin û darizandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Tulay Hatîmogullari li Diyarbekirê di çalakiya dayîkên Şemiyê de axivî û amaje kir ku divê dewlet bi awayeke fermî lêborînê ji malbatên wendayan bixwaze û her wiha berpirsên wendabunê jî werin darizandin.

Hevserokê DemPartî Tûlay Hatîmogullari li Diyarbekirê beşdarî çalakiya bi navê “Bila kesên wenda werin dîtin û berpirsên wendabunê jî werin darizandin” bû. 

Hevserokê Dem Partiyê anî zimên ku bila dewlet ji kesên ku berdêl dane bi awayeke fermî lêborînê bixwaze û kesên tiliya wan di windabunan de heye jî bila werin darizandin. Eger ev bibe, dê êş hinekî kêm bibin û birîn bikewin. 

Çalakiya ku her şemî tê li darxistin di hefteya 851. de ye û her hefte çîroka kesek windabuyî tê vegotin ku vê hefteyê jî çîroka Hesen Ocak hat vegotin. 

Hesen Ocakê ku dema 30 salî bû hatibû binçavkirin û 58 rojan ti agahiyek jê nehatibû standin û paşê  di 15ê Gulana 1995an de li Stenbolê di goristana bêkesan de terme wî hatibû dîtin. 

Hasan Ocak  ji Dêrsimê bû û mamoste bû û piştî buyerên taxa gazî hatibu binçavkirin, piştî terme wî hatî dîtin hat zanîn ku bi êşkenceyê hatiye kuştin.

 
 
Fly Erbil Advertisment