Mesrûr Barzani pîrozbahiyê li derçûyên Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê li Dihokê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo derçûyên Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê li Dihokê dibêje, "Kurdistan niha ji her demekê zêdetir pêdivî enerjî, hizir û serkirdetiya we ye."
Bi amadebûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro (Yekşem, 1ê Hezîrana 2025ê) merasîma gera heftê ya derçûyên Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê li Dihokê hat lidarxistin.
Piştî bidawîhatina wê merasîmê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li ser hesabê xwe yê tora civakî Xê di peyamekê de ji bo derçûyên wê zanîngehê got, “Kurdistan niha ji her demekê zêdetir pêdivî enerjî, hizir û serkirdetiya we ye.”
Her di wê peyamê de, Mesrûr Barzanî pîrozbahî jî li derçûyên îsal ên Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê li Dihokê kir.
کوردستان ئێستا لە هەموو کاتێک زیاتر پێویستی بە وزە و بیرۆکە و سەرکردایەتیی ئێوەیە.
— Masrour Barzani (@masrourbarzani) June 1, 2025
پیرۆزبایی لە دەرچووانی ئەمساڵی زانکۆی ئەمەریکی کوردستان لە دهۆک دەکەم.