Viyan Sebrî: Wezîrên Kurd bo çarekirina arêşeya mûçeyan bi Sûdanî re dicivin

Navenda Nûçeyan (K24) - Seroka Fraksiyona PDKê li Encûmena Nûnerên Iraqê dibêje ku, Wezîrên Kurd ên li Bexdayê di van çend rojan de bi armanca çarekirina arêşeya mûçeyan bi Serokwezîrê Iraqê re dicivin.
Seroka Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Encûmena Nûnerên Iraqê Viyan Sebrî duhî (Yekşem, 1ê Hezîrana 2025ê) taybet ji Kurdistan24ê re got, "Danûstandin berdewam in, bi wê armancê ku berî cejnê mûçeyên meha Gulanê bên şandin.”
Seroka Fraksiyona PDKê li Encûmena Nûnerên Iraqê amaje jî da, “Wezîrên Kurd ên li Bexdayê dê di van çend rojan de bi armanca çarekirina arêşeya mûçeyan bi Serokwezîrê Iraqê re bicivin.”
Viyan Sebrî tekez kir ku, aliyên Kurdî li Bexdayê yekhelwest û hevnerîn in ku biryara Wezareta Darayî ya Federal a girêdayî rawestandina şandina mûçeyan ji bo Herêma Kurdistanê ne li gorî destûrê ye.”