Rojnameyek: Ji ber aloziyên rêveberiya Amerîkayê cezayên li ser Îranê hatin rawestandin

Navenda Nûçeyan (K24) - Rojnameya “The Wall Street Journal”ê îro (Duşem, 02ê Hezîrana 2025ê) eşkere kir ku, Berdevka Koçka Spî Caroline Levitt rênimayî dane Wezareta Derve û Wezareta Gencîneyê yên Amerîkayê ku her cezayekî nû li ser Îranê rawestînin.”
Wê rojnameyê ji zarê çavkaniyekê parve kiriye ku, ew cezayên ku Amerîkayê li ser firotina petrol û serwet û samanên astengkirî yên Îranê sepandine dê wekî xwe bimînin.
Çavkaniyeke nêzîkî Koçka Spî ji “The Wall Street Journal”ê re ragehandiye ku, “Kampanyaya Donald Trump ji bo zextkirina li ser Îranê hêşta berdewam e, ev jî siyaseteke nû ye ku ji berpirsên payebilind ên Encûmena Ewlehiya Niştîmanî û Wezareta Gencîneyê û paşî Wezareta Derve yên Amerîkayê re hatiye ragihandin.”
Wê çavkaniyê amaje jî daye, "Berpirsên peywendîdar ên karûbarên Rojhilata Navîn li ser wê siyaseta nû hatine haydarkirin, lê divê rênimayî bi awayekî berfirehtir bên belavkirin."
Rojnameya “The Wall Street Journal”ê eşkere jî kir, “Ev nûçe ji Koçka Spî hatiye, ne ji Encûmena Ewlehiya Niştîmanî an Wezareta Gencîneyê yên Amerîkayê.” Ron jî kir, "Encûmena Ewlehiya Niştîmanî di nav tevliheviyê de ye, piştî ku rêveberiya Trump zêdetirî 100 karmendên wê ji karî dûr xistin." Di vê navberê de, berpirsiyariya siyaseta nû di navbera Wezareta Derve û Nivîsîngeha Cîgirê Serokê Amerîkayê de bi tevahî nehatiye çareser kirin.”
Kanala CBSê ya Amerîkayî ragihand, “Tîma peywendiyan a Encûmena Ewlehiya Niştîmanî plan dike ku pirsgirêkan çareser bike û Nivîsgeha Sekreterê Rojnamevanî yê Koçka Spî hatiye ser xetê.”
Hin berpirsên rêveberiya Trump li wê bawerê ne ku, merem ji vê siyasetê tenê xavkirin û şçopandina planên nû yên cezayan e, di dema danûstandinên atomî de.