Mûgla: Di Erdhejekê de keçek mir, bi dehan kes jî birîndar bûn

Navenda Nûçeyan (K24) – Li parêzgeha Mûglayê ya Tirkiyeyê erdhejeke bihêz qewimî. Di encama erdhejê de keçikeke 14 salî canê xwe ji dest da û herî kêm 69 kes jî birîndar bûn.

Saziya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand, erdhej şeva borî saet 02:17an, bi pileya 5.8 li peravên navçeya Marmarîsê ya ser bi parêzgeha Mûglayê ve rû daye. Hat diyarkirin ku lerza erdhejê li gelek parêzgehên derdorê jî hatiye hîskirin.

Parêzgarê Mûglayê Îdrîs Akbiyik di daxuyaniyên destpêkê de amaje bi wê yekê kir, 69 kes ji ber erdhejê ziyan dîtine û keçikeke 14 salî canê xwe ji dest daye. 

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya jî li ser hejmara xwe ya medya civakî ev agahî piştrast kir û hûrgilî dan. Yerlîkaya da zanîn ku keçika 14 salî piştî ku ji ber tirs û xofa erdhejê ew rakirine nexweşxaneyê, li wir canê xwe ji dest daye.

Wezîrê Navxwe herwiha eşkere kir, 69 welatiyên din jî li Mûgla û navçeyên wê, ji ber tirs û panîka di dema erdhejê de xwe ji cihên bilind avêtine û di encamê de birîndar bûne. 

Alî Yerlîkaya destnîşan kir, li gorî agahiyên destpêkê, ji xeynî tirs û panîka welatiyan, ti zirareke mezin û wêrankariyeke berbiçav negihîştiye avahiyên niştecihbûnê, û tîmên AFADê û saziyên pêwendîdar li qadê lêkolînên xwe didomînin.

 
 
Fly Erbil Advertisment