James Lankford: Da ku şîrketên Amerîkayî mîna Kurdistanê biçin Iraqê jî, divê milîşya nemînin

James Lankford
James Lankford

Navenda Nûçeyan (K24) - Senatorekî Amerîkayî bal kişand ser girîngiya peymanên Herêma Kurdistanê bi şîrketên Amerîkayî re û got: “Peymanên warê enerjiyê pir girîng bûn.”

Senatorê Amerîkayî James Lankford ji Kurdistan24ê re got, “Civîna me ya bi Serokwezîr Mesrûr Barzanî re li Amerîkayê pir girîng bû.”

Senatorê Amerîkayî tekez jî kir, “Herwesa îmzekirina peymanên warê enerjiyê di navbera Herêma Kurdistanê û şîrketên Amerîkayî de jî pirbiha bû, ji ber ku em dixwazin li Herêma Kurdistanê bi taybetî û Iraqê bi giştî veberhênanê bikin, em dixwazin xelk li ser wan peymanan hevgirtî be.”

James Lankford eşkere jî kir, "Yek ji astengiyên li pêşiya veberhênanê hebûna milîşyayan li Iraqê ye. Ji bo ku şîrketên Amerîkayî mîna Herêma Kurdistanê biçin Iraqê jî, divê milîşya nemînin."

 
Fly Erbil Advertisment