Piştîwan Sadiq: Tiştê ku Bexda bi Kurdan dike, ti dijmin nake

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Piştîwan Sadiq ragihand, ew ji ber biryara hikûmeta federal a ji bo birîna mûçeyan di Cejna Qurbanê de "gelek nîgeran in". Sadiq ev kiryar weke "nedestûrî" û "cezakirina bi komî" ya xelkê Kurdistanê bi nav kir û got: "Tiştê ku hikûmeta federal dike, ti dijmin jî nake."
Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Piştîwan Sadiq îro 6ê Hezîranê di konferanseke rojnamevanî de daxuyanî da û got: "Em gelek nîgeran in ku hikûmeta federal bi biryareke nedestûrî û neyasayî, mûçeyên mûçexwaran di Cejna Qurbanê de birî. Bêguman, ez bawer nakim ku ti hikûmeteke cîhanê di boneke wiha de mûçeyên welatiyên xwe bibire."
Piştîwan Sadiq destnîşan kir, Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû erk û pabendiyên xwe yên li gorî destûr û yasayan bi cih anîne û got: "Tiştê ku hikûmeta Iraqê kiriye, cezakirina bi komî ya xelkê Kurdistanê ye. Ti cudahiya wê ji kiryarên rejîmên li pey hev ên li dijî xelkê Kurdistanê nîne."
Diyar kir jî, ev pêngav ji aliyê olî û mirovî ve, binpêkirineke gelekî mezin e û got: "Me di dîroka ti welatekî din de tiştekî wiha nebihîstiye û nedîtiye. Tişta ku hikûmeta federal niha dike, ti dijmin jî nake."
Di dawiyê de Sadiq ragihand ku ew ê li ser vê mijarê hewlên xwe berdewam bikin û got: "Weke ku di daxuyaniya Encûmena Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de jî hatiye diyarkirin, em ê mafên xwe biparêzin û di asta navneteweyî de hewlên cidî bidin. Herwiha li gel Bexdayê jî dê hewlên cidî werin dayîn da ku ev pirsgirêk were çareserkirin, ji ber ku ev zulmeke gelek mezin e ku li hember welatiyên Kurdistanê tê kirin."