Baydemir: Çekdanîn nayê wateya çareseriya pirsa Kurd

Navenda Nûçeyan (K24) – Siyasetmedarê Kurd Osman Baydemir dibêje, pêvajoya çekdanîn û xwehilweşandina PKKê, gaveke "gelekî mezin û dîrokî" ye, lê ev yek nayê wateya ku pirsa Kurd bi temamî hatiye çareserkirin. Baydemir herwiha spasiya Serok Mesûd Barzanî û aliyên din ên Başûrê Kurdistanê kir ji bo piştgiriya wan a ji bo proseya aştiyê.

Osman Baydemir li Londonê di hevpeyvîneke taybet de ji bo Kurdistan24 de destnîşan kir, çareseriya pirsa Kurd li Bakurê Kurdistanê du alî ye û got: "Çek berdan gaveke mezin e, gaveke gelekî dîrokî ye. Lê divê neyê jibîrkirin ku çekdanîn û xwehilweşandina rêxistinekê li Bakurê Kurdistanê, nayê wê wateyê ku hemû pirs û pirsgirêkên Kurd û Kurdistanê hatine çareserkirin."

Li gorî Baydemir, piştî ku PKK kongreya xwe li dar xist û biryara xwehilweşandinê da, êdî dor tê ser dewleta Tirkiyeyê û got: "Pêwîst e dewleta Tirkiyeyê jî ji bo çareseriya bingehîn a pirsên Kurd û Kurdistanê gavên berbiçav bavêje."

Siyasetmedarê Kurd di beşeke din a axaftina xwe de bi taybetî spasiya rola Başûrê Kurdistanê di vê pêvajoyê de kir û got: "Ez spasiya hemû kes û kesayetiyên Başûrê Kurdistanê dikim. Bi taybetî spasiya birêz Serok Mesûd Barzanî, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Partiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û hemû aliyên din dikim ku piştgiriyê didin vê pêvajoyê û dixwazin ev proses bê qeza û bela bi ser bikeve."

Baydemir tekez kir, partiyên siyasî yên Kurdistanî dikarin di vê qonaxê de bibin alîkar ji bo ku pêvajo bigihîje encameke serkeftî.

 
 

 

Fly Erbil Advertisment