Li Tirkiyeyê qeyrana aborî her ku diçe kûrtir dibe
Enqere (K24) – Li Tirkiyeyê li gorî raporteke Konfederasyona TÛRK-ÎŞê di meha Gulanê de ji bo malbeteke ku li Enqerê dijî sînorê birçîbûnê 25 hezar lîreyê Tirkî derbas kiriye. Herwiha sînorê xizaniyê jî ji 81 hezar lîreyî Tirkî zêdetir e. Welatiyên li Enqerê dijîn jî rewşa heyî gazinc in, dikandar jî xanenişîn jî tekez dikin ku mesref ji mûçeyên wan zêdetir in.
Li Tirkiyeyê qeyrana aborî her ku diçe kûrttir dibe û dabînkirina pêdiviyên jiyana resen jî digel vê zehmettir dibe.
Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Tirkiyeyê Turk-Îşê jî raporta xwe ya meha Gulanê weşand. Li gorî raportê sînorê birçîbûnê li Enqereyê ji bo malbateke ku ji 4 kesan pêk 25 hezar û 92 lîreyê Tirkî ye û ku ev hejmar jî tenê mesrefên bo xurek û xwarinê nîşan dide. Me jî mîkrofon dirêjî welatiyên ku li Enqerê dijîn kir ka gelo dikarin debara xwe bikin? Pêdiya wan bi karekî din çêdibe an na? Ya jî gelo mûçeyê wan têra wan dike?
Welatî Şamî Daniş: “Şikir ji rojê xwedê re. Lê ma pere têrê dikin? Yê ku em distînin 15 hezar lîre ye. Jixwe 12 û nivê wê diçe bo kirêya xanî. 2 û nîv bo mûtbexê dimîne. Li mûtbexê jî em dimînin asê êdî. Jixwe zemeke biqasî 3 hezar û nîvan didin. Gelo dê çi bibe? Em dê vê zemme bigihîjin ku?”
Welatî Omer Dalyan: “Mûçeyekî min biqasî 16 lîreyan heye, ez lêçûnên xwe li gorî wê saz dikim. Lê terê nake. Li gorî min dive mûçeyê xaneneşînekî ne kêmî mûçeyê kemane be. Ez li derdora xwe dinerim kesên ku 40 an jî 50 hezar lîre distînin jî nikarin debara xwe bikin yê ku 10 hezaran distînê jî nikare. Pêdivîhelbet bi karekî din jî dibe ji ber ku şert giran in.”
Li gorî heman daneyan mesrefa jiyanê ya kesekî an keseke azip ku bi tenê dijî jî gihîştiye 32 hezar û 463 lîreyên Tirkî ku her meh ji mûçeyê kêmane zêdetir 10 hezar lîreyan derbas dibe. Dîsa ji bo malbateke ku ji çar kesan pêk tê dema mesrefên, cil, xanî, perwerde û tenduristiyê jî dikevin nav sînorê xizaniyê jî digihîje 81 hezar 734 lîreyê Tirkî
Dikandarê Kurd Dogan Kayatûrk: “Hûn serçavan hatin pêşî. Mal kirê ye û 15 hezar lîre kirê heye. Dema ceyran, av û tiştên din dikevin nav mûçeyê kemane jixwe têrê nake. Em ji birçîbûna dimirin jixwe. Jixwe lawikekî min piçûk heye, tene hefteyê sê cara bez jê re hildidin û mamaya wî. Yanî di mehê de bêyî fişalkirinekê rihet 20 hezar diçe.”
Li gorî raportan di meha Nîsanê de, sînorê birçîbûnê 24 hezar û 35 lîre û sînorê xizaniyê jî 78 hezar û 291 lîreyê Tirkî bû bû.