PWKê bi daxuyaniyeke tund bersiva Ocalan da: Divê lêborînê ji gelê Kurd bixwaze

Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) bi daxuyaniyekê, nêrînên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ên di metna wî ya bi navê "Perspektîf" de hatine weşandin, bi tundî rexne kir. PWKê got, ev nêrîn "heqareteke mezin li gelê Kurd, zimanê Kurdî û serokên neteweyî ne" û bang li Ocalan kir ku lêborînê bixwaze.
PWKê metna Ocalan a ku ji bo Kongreya 12an a PKKê şandiye û di hejmara 521an a rojnameya Serxwebûnê de (Gulan 2025) hatiye weşandin, wek "hewldanek ji bo pûçkirina têkoşîn û bîra neteweyî ya Kurd" bi nav kir.
"Nêrînên Ocalan dubarekirina gotara dewleta Tirk e"
Li gorî daxuyaniya PWKê, nêrînên Ocalan ên derbarê pirsgirêka Kurd û Kurdistanê de, di esasê xwe de ne tiştekî nû ne û wek "nûjenkirina gotara 100 salî ya dewleta Tirk" tên nirxandin. PWK diyar dike ku têgînên wek "neteweya demokratîk" û "welatê hevpar" ku ji aliyê Ocalan ve tên bikaranîn, di rastiyê de guhertoyeke din a feraseta "Tek devlet, tek millet" (Yek dewlet, yek milet) e. Di daxuyaniyê de tê gotin: "Ev nêrîn, çareseriyên wek federasyon, xweseriya îdarî û mafên kolektîf ên neteweyî red dike û bi vî awayî mafê gelê Kurd ê xwe-rêvebirinê înkar dike."
"Binavkirina Kurdan wek 'Civaka Sergo' heqaret e"
Xaleke din a ku PWKê bi tundî red dike, îfadeyên Ocalan ên derbarê civaka Kurd de ne. Di metna Ocalan de ji bo Kurdan gotinên wek "bermayiya çandî", "civaka sergo" û "goristan" hatine bikaranîn. PWK van gotinan wek "heqareteke ku nayê qebûlkirin" dibîne û wiha didomîne: "Ev gotin, bêrêzî ye li hemberî gelê Kurd ku li dijî her cure komkujî û asîmîlasyonê li ber xwe daye, bi sed hezaran şehîd dane û hebûna xwe parastiye. Ev yek korbûneke siyasî û bêwijdanî ye."
"Gotina 'Zimanê Kurdî ne fonksiyonel e' piştgiriya asîmîlasyonê ye"
PWKê rexneyên xwe li ser nirxandina Ocalan a ji bo zimanê Kurdî jî tîne ziman. Ocalan di metna xwe de zimanê Kurdî wek "zimanekî ne fonksiyonel" bi nav dike. Li gorî PWKê, ev nêrîn "nîşaneya nezanînê (cehaletê)" ye û bi awayekî nerasterast piştgiriyê dide polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewletên dagirker. Di daxuyaniyê de pratîkên PKK û HDP/DEM Partiyê jî tên rexnekirin: "Bi salan e zimanê serdest di nav saziyên wan de Tirkî ye. Wan dersa bijarte ya Kurdî boykot kir û bi vê yekê bûn asteng ku bi milyonan zarokên Kurd fêrî zimanê xwe bibin."
"Heqaretên li dijî serokên neteweyî yên Kurd nayên qebûlkirin"
Di daxuyaniyê de tê destnîşankirin ku Ocalan di metna xwe de serokên dîrokî yên Kurd wek Malbata Barzaniyan, Bedirxaniyan, Şêx Seîd, Seyîd Riza û Qazî Mihemed bi "Judenrat" (Komîteyên Cihû yên bi Naziyan re hevkarî dikirin) dide ber hev. PWK vê yekê wek "êriş û heqareteke eşkere" dibîne û dibêje: "Sûcdarkirina serokên ku jiyana xwe ji bo doza Kurdistanê feda kirine bi 'hevkarî' û 'xiyanetê', dereweke dîrokî ye û bi tu awayî nayê qebûlkirin."
"Îdiayên li ser Herêma Kurdistanê derew in"
PWK îdiayên Ocalan ên ku dibêje "Dewleta Federe ya Başûrê Kurdistanê bi piştgiriya Tirkiyeyê ji bo tesfiyekirina PKKê hatiye avakirin" bi tundî red dike. Di daxuyaniyê de tê bibîrxistin ku Destkeftiya Federal a Başûrê Kurdistanê berhema têkoşîna sed salî û xwîna bi sed hezaran şehîdan e. PWK balê dikişîne ser nakokiya ku Ocalan bi xwe şande dişand ba heman serokên ku îro wan bi "Judenrat"bûnê tawanbar dike.
Banga Dawî: "Bila kes bêdeng nemîne"
Di dawiya daxuyaniyê de, PWK bang li hemû partî, rêxistin, rewşenbîr û gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê û diasporayê dike ku li hemberî van nêrînên Ocalan bêdeng nemînin û helwesteke neteweyî nîşan bidin. PWK bang li Abdullah Ocalan dike ku ji ber van gotinên xwe yên li dijî gelê Kurd, zimanê wî, dîroka wî û serokên wî, bi awayekî fermî lêborînê bixwaze.