Di pênc rojan de, 32 hezar kes di deriyê Hacî Omeran re derbas bûne

Deriyê Navneteweyî yê Hacî Omeranê
Deriyê Navneteweyî yê Hacî Omeranê

Navenda Nûçeyan (K24) - Ji roja Erefatê heta niha, zêdetirî 32 hezar kesan bi rêya Deriyê Navneteweyî yê Hacî Omeranê rêwîtî kiriye. Berpirsekî wî derî jî dibêje, "Ev hejmar ji ya par zêdetir e."

Birêveberê Îqame û Pasaportan li Deriyê Navneteweyî yê Hacî Omeranê Salar Tahsîn îro (Sêşem, 10ê Hezîrana 2025ê) ji peyamnêrê Kurdistan24ê Teyfûr Mihemed re got, "Di roja Erefatê û her çar rojên Cejna Qurbanê de, 21 hezar kes di deriyê Hacî Omeranê re derbasî Îran û Rojhilatê Kurdistanê bûne. 11 hezar kes jî ji wî alî hatine bajarên Herêma Kurdistanê; bi tevahî di pênc rojên borî de, zêdetirî 32 hezar kesan di vî derî re derbas bûne."

Salar Tehsîn di derheqa hejmara geştiyarên îsal de jî got, "Ji 01.01.2025ê heta îro, Sêşem, 10.06.2025, zêdetirî 310 hezar kesan ji Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi rêya deriyê Hacî Omeranê derbasî Herêma Kurdistanê bûne û zêdetirî 316 hezar kesan jî ji vî alî derbasî wî welatî bûne, bi vî awayî hejmara giştî ya geştiyaran ji çûn û hatinê dibe zêdetirî 626 hezar geştiyaran."

Navbirî amaje jî da, "Par zêdetirî yek milyon û 265 hezar geştyaran bi rêya deriyê Hacî Omeranê geşt kirine. Hejmara geştyarên ku bi rêya wî derî geştan dikin sal bi sal zêde dibe; ev jî ji ber çend sedeman e wekî nemana vîzeyan di navbera Iraq û Îranê de û herwesa hêsankarî ji bo geştyaran ji aliyê pişkinînên pasport û belgenameyan ve û zêdebûna komên geştyarî.” Herwesa got, "Di dema 10 deqîqeyan de, hemî karûbarên geştyaran tên temamkirin."

Sê deriyên navneteweyî di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de hene; Hacî Omeran li parêzgeha Hewlêrê û Başmax û Perwîzxan li parêzgeha Silêmaniyê.

 
Fly Erbil Advertisment