Kerîm Şingalî koça dawiyê kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Navxwe yê berê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Kerîm Şingalî di jiyê 75-saliyê de koça dawiyê kir.
Ebdulkerîm Sultan Ebdula, ku bi navê Kerîm Şingalî tê nasîn, li sala 1950ê li bajarê Mûsilê hatiye ser dinyayê û Wezîrê Navxwe yê berê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bû. Herwesa piştî damezrandina kabîneya nehê, ew wekî şêwirmend li Serokatiya Herêma Kurdistanê hatibû destnîşankirin.
Kerîm Şingalî îro (Sêşem, 10ê Hezîrana 2025ê) ji ber nexweşiyekê di jiyê 75-saliyê de koça dawiyê kir.
Jiyannameya Kerîm Şingalî
Ebdulkerîm Sultan Ebdula, ku wekî Kerîm Şingalî tê nasîn, li sala 1971ê bawenameya bekaliryosê ji Fakulteya Qanûnê ya Kolîja Qanûn û Siyasetê ya Zanîngeha Bexdayê wergirt. Ji sala 1971ê heta sala 1973ê, ew li Bexdayê wekî parêzer xebitiye. Li sala 1975ê, piştî hilweşîna Şoreşa Îlonê, ew wekî penaber çû Îranê û bû endamê Lijneya Çavdêriya Penaberên Başûrê Kurdistanê li Îranê. Li sala 1976ê jî, ew wekî penaber çû Ewropayê.
Kerîm Şingalî li sala 1968ê tevlî rêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bû, li sala 1976ê di Konferansa Berlînê de bû endamê serkirdetiya demkî ya PDKê, li sala 1993ê di kongireya 11ê de wekî endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê - Hevgirtî hat hilbijartin. Li salên 1993 û 1994ê, ew Rêveberê Asayîşa Giştî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bû. Li salên 2001, 2006, 2009, 2012 û 2014ê û di kabîneyên çarê, pêncê, şeşê, heftê û heştê de wekî Wezîrê Navxweyî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê hat hilbijartin.
Li sala 2010ê di kongreya 13ê de, ew wekî endamê Encûmena Serkirdetiyê û paşî jî wekî endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hat hilbijartin. Piştî damezrandina kabîneya nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî, ew wekî şêwirmend li Serokatiya Herêma Kurdistanê hat destnîşankirin. Ew bi zimanên Kurdî, Erebî, Farisî û Îngilîzî şareza bû.