Tirkiye.. di rojên Cejna Qurbanê de nêzîkî 4 hezar qezayên trafîkê çê bûne

Navenda Nûçeyan (K24) - Rojên Cejna Qurbanê li Tirkiyeyê bi silametî derbaz nebûn, hejmareke zêde ya qezayên trafîkê çê bû û di encamê de 44 kes mirin.
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Ali Yerlikaya duhî (Sêşem, 10ê Hezîrana 2025ê) ragihand, “Di çar rojên Cejna Qurbanê de, sê hezar û 913 qezayên trafîkê çê bûn, di encamê de 44 kes mirin û sê hezar û 370 kes jî birîndar bûn.”
Ali Yerlikaya herwesa got, “48% ya qezayan ji ber zêdegaviya leza zêde, hejmareke din ji ber binpêkirina qanûna zivirînê û yên din jî ji ber lêkdana du erebeyan çê bûne. Qezayên kujek jî bi piranî li wan deveran çê bûne yên ku sînorê leza wan di navbera 50 heta 80 kîlometreyan di seetekê de cuda bûye.”
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê amaje jî da, “Ji wan 44 kesên ku mirine, 14 jê ajokarên motorsîkletan û rêwiyên wan bûn.”
Li gorî daxuyaniya Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê, pênc ji wan kesên ku mirine di bin bandora alkoholê de bûn û zêdebarî çend zêdegaviyên din.