Parêzgarê Helebê pêşwazî li şandeyeke ji Efrînê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Helebê di pêşwaziya şandeke ji herêmê Efrînê de tekezî li ser girîngiya xurtkirina têkiliyên biratiyê û pêwendiya niştimanî di navbera tevahiya gelê Sûriyeyê de kir.
Parêzgarê Helebê Ezam El-Xerîb duh 10ê Hezîranê, bi boneya Cejna Qurbanê, pêşwazî li şandeyeke ji herêma Efrînê ya bi serokatiya Berpirsê Îdarî yê herêma Efrînê Mesûd Betal kir.
Parêzgariya Helebê belav kir, di hevdîtinê de, pîrozbahiyên cejnê hatin kirin û hêviyên ji bo berdewamiya ewlehî û aramiya welat hatin xwastin.
Herwiha tekezî li ser girîngiya xurtkirina têkiliyên biratiyê û pêwendiya niştimanî di navbera tevahiya gelê Sûriyeyê de hat kirin.
Ji aliyê xwe ve, Serokê Xwecihiya Efrînê ya ENKSê Ehmed Hesen ku yek ji endamên şandeyê bû, derbarê hevdîtinê de nivîsî: Di rûniştinê de behsa nêrînên cuda, êş û azarên ku xelkê Efrînê dikişînin û hêviyên ji bo paşeroja Sûriyeyê jî hate kirin.”