Serokê PSKê: Bê Serok Barzanî û Herêma Kurdistanê Pêvajoya Aştiyê pêk nayê
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), Bayram Bozyel, derbarê pêvajoya nû ya aştiyê de ragihand, çekdanîna PKKê gaveke erênî û pîroz e, lê ji bo çareseriyeke mayînde divê mafên neteweyî û statuya Kurdan di destûreke nû de bên garantîkirin. Bozyel, herwiha nêrînên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ên derbarê statu û dîroka Kurdan de wek "şaşiyeke mezin" û "bêrêzî" bi nav kir.
Bayram Bozyel îro 11ê Hezîranê ji K24ê re diyar kir, geşedanên li Rojhilata Navîn, Tirkiye neçar kiriye ku ji bo çareseriyê bikeve nav lêgerînê û di vê çarçoveyê de PKKê biryara çekdanînê daye. Bozyel vê pêngavê wiha dinirxîne: "Ev gaveke erênî ye, gaveke pozîtîf e. Sûda wê him ji bo Başûrê Kurdistanê, him ji bo Rojavayê Kurdistanê û him jî ji bo Bakurê Kurdistanê heye. Ji ber ku şer û pevçûn, heta niha hinceteke mezin bû di destê dewletê de ji bo êrîşkirina ser Kurdan li çar parçeyên Kurdistanê."
"Nêrîna Ocalan şaşiyeke mezin e"
Ligel vê yekê, Bozyel rexneyên tund li helwesta Abdullah Ocalan girtin û da zanîn, Ocalan di daxuyaniyên xwe de Kurdan layiqê statuyekê nabîne. Bozyel got: "Ocalan di daxuyaniya xwe de got ku hewcedariya Kurdan bi statuyê nîne. Ev şaşiyeke mezin e. Ev tê wê wateyê ku Ocalan Kurdan layiqê statuyê, layiqê dewletbûnê nabîne."
Bozyel gotinên Ocalan ên li ser dîrok û serokên Kurdan jî weke "bêrêzî" pênase kir û wiha axivî: "Ocalan di daxuyaniyên xwe de dîroka Kurdan wek 'zibilxane' nîşan da. Aliyekî din, serokên Kurdan; Bedirxaniyan, Barzaniyan, Malbata Şêx Seîd wek hevkarê dewletê destnîşan kir. Ev şerm e, ev bêrêzî ye li dijî serokên Kurdan û dîroka Kurdan."
Serokê PSKê herwiha got, Ocalan zimanê Kurdî jî weke "zimanekî bêkêr" bi nav dike û ev nêrîn wek nêrîna fermî ya dewleta Tirk nirxand.
"Bê Serok Barzanî pêvajo çênabe"
Bayram Bozyel bal kişand ser girîngiya rola Serok Barzanî û Herêma Kurdistanê di vê pêvajoyê de û got: "Ocalan dizane ku ev pirs ne tenê pirsa Tirkiyeyê ye, pirsa Rojhilata Navîn û navdewletî ye. Ji ber vê yekê daxwaza diyalogê bi Serok Barzanî û serokên din re gaveke girîng e."
Bozyel tekez kir, Herêma Kurdistanê di qada navneteweyî û dîplomasiyê de xwedî roleke mezin e û Serok Barzanî jî hem di çavê Kurdan de hem jî li cem dewletan xwedî giraniyek û cihê baweriyê ye. Herwiha got: "Bê Serok Barzanî, bê Herêma Kurdistanê, ev pêvajo jixwe çênabe."
"Divê em pirsa Kurd û Kurdistanê rast pênase bikin"
Di dawiya axaftina xwe de, Bayram Bozyel got ku çekdanîn ne çareseriya esasî ye, lê tenê rakirina astengiyekê ye. Li gor wî, niha pêvajoya rastîn dest pê dike.
Bozyel got: "Divê em Kurd, aliyên Kurd, serokên Kurdan, pirsa Kurd û Kurdistanê rast pênase bikin. Em bibêjin pirsa Kurd, pirsa miletekî ye, dixwaze li ser axa xwe, li Kurdistanê, xwe bi xwe îdare bike. Divê em mafên xwe yên wek zimanê perwerdeyê, nasnameya di destûrê de û statuyeke di çarçoveya sîstemeke federal de bixwazin. Pêwîst e Kurd bi xwe yek bin, hêza xwe bikin yek û bi siyaseteke nûjen û Kurdistanî zextê li dewletê bikin da ku mafên Kurdan di destûra nû de bên garantîkirin."