Serokê Îranê hişyariyê dide Îsraîlê

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Îranê Mesûd Pizîşkiyan gefên tund li Îsraîlê xwarin û ragihand, eger êrîşên wê berdewam bikin, welatê wî dê bi awayekî "tundtir û bihêztir" bersivê bide. Di heman demê de, gera şeşem a danûstandinên etomî di navbera Îran û Amerîkayê de, ku biryar bû sibe li Omanê birêve biçe, hate hilweşandin.
Serokê Îranê Mesûd Pizîşkiyan îro 14ê Hezîranê di peywendiyeke telefonî de ligel Serokwezîrê Pakistanê Şahbaz Şerîf axivî. Li gor daxuyaniya Serokatiya Îranê, Pizîşkiyan got: "Eger Îsraîl di êrîşên xwe yên li ser Îranê de berdewam be, hêzên me yên çekdar dê bi bersiveke tundtir û bihêztir rûbirûyê wê bibin."
Di daxuyaniyê de herwiha hat gotin ku hevkariya Îsraîlê bi Amerîkayê re ji bo êrîşkirina ser axa Îranê û têkbirina danûstandinan, "belgeya nerastgoyiya Amerîkayê ye."
Danûstandin hatin hilweşandin
Ji aliyê din ve, Wezîrê Derve yê Omanê, Bedir Elbûseydî îro ragihand, gera şeşem a danûstandinên di navbera Îran û Amerîkayê de hatiye hilweşandin. Li gor daxuyaniya Elbûseydî, biryar bû ku ev ger sibe, 15ê Hezîranê, li paytexta Omanê, Mesqetê, derbarê bernameya etomî ya Tehranê de birêve biçe.
Ev yek di demekê de tê ku Wezareta Derve ya Îranê pêştir ragihandibû, "heta êrîşên Îsraîlê berdewam bin, danûstandin bi aliyekî ku mezintirîn piştevan û hevparê Îsraîlê ye (mebest Amerîka ye), ti sûdeke xwe nîne."
Gera pêncem a danûstandinan roja 23ê Gulana 2025an, li paytexta Îtalyayê, Romayê, hatibû lidarxistin. Wê demê, Wezîrê Derve yê Îranê Ebbas Araqçî diyar kiribû ku gotûbêjên etomî bi Amerîkayê re "aloz in û demeke zêdetir dixwazin", lê destnîşan kiribû ku bi saya pêşniyarên Omanê, "pêşketineke baş" di danûstandinan de çêbûbû.