Serokkomar û Serokê Dadgeha Federalî: Pirsgirêka mûçeyan divê li gorî destûrê were çareserkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokkomarê Iraqê û Serokê Dadgeha Bilind a Federalî tekezî li ser wê yekê kirin ku divê pirsgirêka mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê li gor yasayê, destûrê û biryarên dadgehê bi awayekî bingehîn were çareserkirin. Ev hevdîtin di demekê de tê ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê Bexdayê bi pêkanîna "biryareke nû ya zordestane" tometbar dike.
Serokkomarê Iraqê Dr. Letîf Reşîd îro 15ê Hezîranê pêşwazî li, Serokê Dadgeha Bilind a Federalî Dadwer Casim Mihemed Ebûd kir.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Komara Iraqê, di hevdîtinê de Serokkomar tekezî li ser "dîtina çareseriyeke dawî ji bo pirsgirêka dayîna mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê li gor destûr, yasa û biryarên Dadgeha Federalî" kiriye.
Herwiha di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, Serokê Dadgeha Federalî jî piştrast kiriye ku "pêwîst e krîza mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê li gor yasayê were çareserkirin."
Ev hevdîtin û daxuyanî di demekê de ne ku Wezareta Darayî ya Iraqê heta niha mûçeyê meha Gulanê yê mûçexwarên Herêma Kurdistanê neşandiye.
Hikûmeta Herêmê: "Bexda bi hincetên curbecur mûçeyan dernaxe"
Hikûmeta Herêma Kurdistanê roja Pêncşemê, 12ê Hezîrana 2025an, di daxuyaniyekê de behsa binpêkirinên yasayî û destûrî yên hikûmeta federalî kiribû û ragihandibû: "Ev 11 sal in hikûmeta federalî budce û mûçeyên xelkê Kurdistanê biriye. Li hember vê yekê, her meh hincetên curbecur ji bo neşandina mûçeyan çêkiriye, tevî ku Dadgeha Federalî biryar daye ku mûçeyên xelkê Kurdistanê bê derengî were dayîn û bi ti mijarekê ve neyê girêdan."
Di daxuyaniya Hikûmeta Herêmê de hatibû gotin ku wan hemû pêngavên pêwîst avêtine, wekî damezrandina sîstema "Payroll", cîbicîkirina yasaya yekgirtî ya xanenişîniyê ya Iraqê, destpêkirina sîstema bankîkirina mûçeyan û rawestandina damezrandinê li ser daxwaza Bexdayê.
Hikûmeta Herêmê Bexda tometbar kir û got: "Lê hikûmeta federalî her meh mûçeyên mûçexwaran dereng xistiye û ti salekê jî her 12 mûçe ji bo Herêmê neşandine. Di biryareke nû ya zordestane û cezakirinê de, Wezareta Darayî ya Iraqê biryar da ku mûçeyê 8 mehên sala 2025an neşîne, di demekê de ku ji 13 trîlyon dînaran para Herêmê ya sala 2025an, tenê 4 milyar dînar hatiye şandin."