Îranê bi mûşekan êrîşî Îsraîlê kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Artêşa Îsraîlê radigehîne, “Bi dehan mûşek ji deverên cuda cuda yên Îranê ber bi Îsraîlê ve hatine avêtin, li seranserê welatî zenga haydarkirinê lê dide û em ji welatiyan dixwazin ku xwe biparêzin.”
Artêşa Îsraîlê îro (Yekşem, 15ê Hezîrana 2025ê) di ragihandinekê de amaje da, “50 mûşekên balîstîk ji deverên cuda cuda yên Îranê ber bi Îsraîlê ve hatin avêtin û sîstema me ya bergiriya asmanî ji bo rêgirtina li wan mûşekan amade ye.”
Artêşa Îsraîlê ron jî kir, “Li seranserê Îsraîlê zenga haydarkirinê tê lêdan û em ji welatiyan dixwazin ku, ji bo parastina jiyana xwe biçin penagehên xwe.”
Herwesa ajansa Mehrê ya nûçeyan jî ragihand, “Di çarçoveya Operasyona Soza Rastgoyî 3ê de, çend mûşek ji Îranê ber bi bajar û deverên cuda cuda yên Îsraîlê ve hatine avêtin.”
Ev şer li serê sibeha roja Înê (13ê Hezîrana 2025ê) hatoyue destpêkirin, ku Îsraîlê bi zêdetirî 200 balafirên şerî bi dehan cihên leşkerî û bingehên atomî li Tehranê û çend deverên din ên Îranê bombebaran kirin. Herwesa hejmareke berpirsên leşkerî yên payebilind û zanayên atomî kuştin.