Sê fermandarên payebilind ên artêşa Pasdaran hatin kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) - Artêşa Pasdaran kuştina sê fermandarên xwe yên payebilind tekîd kir û got, “Soz be em tola xwîna şehîdên xwe vekin.”

Artêşa Pasdaran îro (Yekşem, 15ê Hezîrana 2025ê) di ragihandinekê de kuştina Serokê Dezgeha Hewalgiriyê ya Artêşa Pasdaran Mihemed Kazimî, Cîgirê Serokê Hewalgiriya Artêşa Pasdaran Hesen Muheqîq û Fermandarê Payebilind ê Artêşa Pasdaran Muhsin Baqirî di encama êrîşên Îsraîlê de tekîd kir.

Di wê ragihandina Artêşa Pasdaran de hatiye ku, hêzên Îsraîlê xelkê sivîl û cihên akincîbûna welatiyan kirine armanc û ew her sê fermandarên wan ên payebilind jî teror kirine.

Artêşa Pasdaran soz dan ku, tola xwîna fermandarên xwe veke, herwesa soza wê yekê jî da ku operasyonên wê heta wê demê berdewam bin ku artêşa Îsraîlê bi tevahî bê tunekirin.

Di wê daxuyaniyê de tekez li wê yekê hatiye kirin ku, hêzên artêşa Pasdaran di berdêla kuştina wan fermandaran de çend navendên hewalgirî li nav axa Îsraîlê kirine armanc.

Ev şer li serê sibeha roja Înê (13ê Hezîrana 2025ê) hatoyue destpêkirin, ku Îsraîlê bi zêdetirî 200 balafirên şerî bi dehan cihên leşkerî û bingehên atomî li Tehranê û çend deverên din ên Îranê bombebaran kirin. Herwesa hejmareke berpirsên leşkerî yên payebilind û zanayên atomî kuştin.

 
Fly Erbil Advertisment