Artêşa Pasdaran: Du fermandarên me di êrîşa Îsraîlê de hatin kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) - Artêşa Pasdarên Îranê radigehîne ku, du fermandarên wan di êrîşa îro ya Îsraîlê de hatin kuştin.

Artêşa Pasdarên Îranê îro (Duşem, 16ê Hezîrana 2025ê) ragihand, "Du fermandarên me di êrîşeke Îsraîlê de li devera Îcrûdê ya parêzgeha Zencanê li bakurê rojavayê Îranê hatin kuştin."

Artêşa Pasdaran eşkere jî kir, “Fermandar Serdar Reza Necefî û Pasdar Hesen Resûlî li serê sibeha îro di êrîşa Îsraîlê de hatine kuştin.”

Artêşa Îsraîlê li serê sibeha îro (Duşem, 16ê Hezîrana 2025ê) bi êrîşeke asmanî bingehên Hêza Qudsê, artêşa Pasdaran û artêşa Îranê li Tehranê û herwesa navendên leşkerî yên naverasta Îranê wêran kirin.

Artêşa Pasdaran di beyannameyekê de ragihandiye, "Balafirên şerî yên Îsraîlê êrîş kir ser navendên fermandariyê yên Hêza Qudsê û artêşa Îranê li Tehranê." Amaje jî da, “Ew bingeh ji bo plankirina êrîşên terorîstî li dijî dewleta Îsraîlê bi rêya wekîlên Îranê li Rojhilata Navîn hatine bikar anîn.”

Ev cihên ku hatine armanckirin cihek bû ji bo berhemanîna sîstema bergirî û mûşekan, cihek bû ji bo berhemanîna sotemeniyê ji bo cûnên cuda yên mûşekan û motorên mûşekên rûkar ji bo ser erdî.

Nakokiyên Îran û Îsraîlê ketine roja pêncê ya şer û pevçûnê û her roj êrîş dikin ser hev.

Ev şer li serê sibeha roja Înê (13ê Hezîrana 2025ê) hatoyue destpêkirin, ku Îsraîlê bi zêdetirî 200 balafirên şerî bi dehan cihên leşkerî û bingehên atomî li Tehranê û çend deverên din ên Îranê bombebaran kirin. Herwesa hejmareke berpirsên leşkerî yên payebilind û zanayên atomî kuştin.

Li gorî amarên Wezareta Tendirustiyê ya Îranê, ji destpêka êrîşên Îsraîlê yên li ser wî welatî heta êvara duhî (Yekşem, 15ê Hezîrana 2025ê), 244 kes hatine kuştin û zêdetirî hezar û 480 kesan jî birîndar bûne.

 
Fly Erbil Advertisment