Pizîşkiyan: Eger Amerîka Îsraîlê kontrol neke, em ê bi hêzeke pir mezin bersiv bidin

Navenda Nûçeyan (K24) – Di berdewamiya şerê navbera Îran û Îsraîlê de, Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan hişyariyeke tund da Amerîkayê û ragihand, eger Washington pêşî li Îsraîlê negire, ew ê bersiveke pir bihêztir bidin.
Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan îro 16ê Hezîranê derbarê êrîşa Îsraîlê û rola Amerîkayê de daxuyaniyek da. Pizîşkiyan got: "Heger Amerîka, Îsraîlê kontrol neke, Îran dê bi hêzeke gelek mezin rûbirûyê wê bibe û bersiveke tund bide."
Ev daxuyanî û gefên nû di demekê de tên ku aloziya di navbera her du welatan de di asta herî bilind de ye.
Ev aloziya dawî, berbangê roja Înê ya borî (13ê Hezîrana 2025an) dest pê kiribû, dema ku artêşa Îsraîlê bi awayekî ji nişka ve êrîşî sazî û dezgehên moşekî û etomî yên Îranê kir û operasyona bi navê "Rabûna Şêr" ragihand.
Li hember vê êrîşê, Îranê jî wek bersiv operasyona bi navê "Soza Rast 3" dabû destpêkirin.