Medyaya Îranê: Îsraîlê avahiyên televîzyon û radyoyê bombebaran kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Di êrîşeke nû de, Îsraîlê avahiya televîzyona fermî ya Îranê li Tehranê kir armanc. Di dema êrîşê de, weşana zindî ya televîzyonê qut bû û li gorî medyaya Îranê, kuştî û birîndar hene.

Bêjera televîzyona fermî ya Îranê îro 16ê Hezîranê, di weşanda zindî de behsa êrîşên Îsraîlê yên li ser welatê xwe dikir, lê di dema weşanê de û di pêla zindî de dengeke bihêz hat bihîstin û weşan qut bû.

Di heman demê de, medyaya Îranê belav kir, Îsraîl avahiyên televîzyon û radyoyên welat bombebaran dike û di encamê de hejmarek kes hatine kuştin û birîndarkirin. 

Herwiha dîmenên vîdyoyî jî hatin weşandin ku tê de xuya dibe ku avahiya televîzyona fermî ya Îranê di nav pêtên agir de ye.

Ev êrîş di demekê de pêk tê ku artêşa Îsraîlê berbangê roja Înê, 13ê Hezîrana 2025an, operasyona bi navê "Rabûna Şêr" li dijî sazî û dezgehên etomî û moşekî yên Îranê dabû destpêkirin.

Li hember vê, Îranê jî operasyona bi navê "Soza Rast 3" ragihandibû û di çarçoveya wê de heta niha çend caran bi moşek û dronan êrîşî Îsraîlê kiriye.

 

 
Fly Erbil Advertisment