Baqayî: Îsraîl di kuştina rojnamevanan de xwedî rekoreke pîvane ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê, êrîşa Îsraîlê ya li ser avahiyên medya fermî yên welatê xwe bi tundî şermezar kir. Di daxuyaniya xwe de, wî Îsraîl wek "xwedî rekora kuştina rojnamevanan" bi nav kir û bang li Encûmena Asayişê kir ku destêwerdanê bike.
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî îro 16ê Hezîranê, êrîşa Îsraîlê ya li ser avahiyên televîzyon û radyoyên welatê xwe şermezar kir.
Beqayî li ser hejmara xwe ya tora civakî “X” nivîsî: "Êrîşa li ser avahiyên Radyo û Televîzyona Îranê, tawaneke din a hovane bû."
Herwiha amaje bi wê yekê kir ku "Îsraîl mezintirîn dijmin e û di kuştina rojnamevanan û medyakaran de xwedî rekoreke pêvane ye."
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê bang li Encûmena Asayişê ya Neteweyên Yekbûyî kir ku "berpirsiyariya xwe ya ji bo rawestandina van destdirêjiyên Îsraîlê û jenosîda li dijî neteweya Îranê" bi cih bîne.
Ev daxuyanî di demekê de tê, medyaya Îranê belav kir ku Îsraîlê avahiya televîzyona fermî ya Îranê li Tehranê kir armanc. Di dema êrîşê de, weşana zindî ya televîzyonê qut bû û li gorî medyaya Îranê, kuştî û birîndar hene.
Artêşa Îsraîlê berbangê roja Înê, 13ê Hezîrana 2025an, operasyona bi navê "Rabûna Şêr" li dijî sazî û dezgehên etomî û mûşekî yên Îranê dabû destpêkirin. Li hember vê, Îranê jî operasyona bi navê "Soza Rast 3" ragihandibû û di çarçoveya wê de heta niha çend caran bi mûşek û dronan êrîşî Îsraîlê kiriye.