Xwecihiya Efrînê ya ENKSê: Divê rêveberî û asayîş di destê xelkê herêmê de be

Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeke Xwecihiya Efrînê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) serdana rêveberê nû yê Efrînê Mesûd Betal kir û daxwaz kir, dawî li binpêkirinên li dijî xelkê were anîn û rêveberiya herêmê bi temamî radestî xelkê wê were kirin.
Berpirsê Xwecihiya Efrînê ya ENKSê Ehmed Hesen li hejmara xwe ya tora civakî “Facebook” belav kir, serdana wan a îro 18ê Hezîranê ji bo rêveberê nû yê Efrînê Mesûd Betal, bi mebesta pîrozkirina destbikarbûna wî bû.
Diyar kir jî, serdanê de şandê mertalek ku ala Sûriyeya nû û ala Kurdistanê li ser bûn, wek diyarî pêşkêşî Betal kir.
Di hevdîtinê de, şanda ENKSê bal kişand ser rewşa xelkê Efrînê û behsa binpêkirinên ku ji aliyê "bermahiyên komên çekdar" ve tên kirin, kir.
Şandê bi taybetî tekezî li ser van binpêkirinên li jêr kir ku divê demildest nemînin:
- Standina bacên neyasayî ji welatiyan.
- Destdanîna ser mal û milkên xelkê.
- Girtina ciwanan a bêheq ji bo standina fidyeyan.
Di daxuyaniya Berpirsê Xwecihiya Efrînê de hat jî, Daxwaza sereke ya ENKSê ew bû ku "rêveberî û asayîşa herêma Efrînê divê di destê xelkê wê yê resen de be."
Herwiha, di hevdîtinê de behsa paşeroja Sûriyeyê piştî hilweşîna rejîma dîktatorî ya Beşar Esed jî hate kirin. Herwiha şanda ENKSê tekezî li ser pêwîstiya avakirina "Sûriyeyeke demokratîk, piralî, parlemanî û nenavendî" kir, ku tê de hemû pêkhate di nav azadî û rûmetê de bijîn.
Diyar kir jî, di çarçoveya heman serdanan de, şanda Xwecihiya Efrînê ya ENKSê serdana Cîgirê Serokê Encûmena Şaredariyê ya bajarê Efrînê Mihemed Şêx Reşîd jî kir.