Îranê Deriyê Sînorî yê Kêlê li pêş bazirganiyê girt

Navenda Nûçeyan (K24) – Li ser daxwaza rayedarên Îranê, çûnûhatina bazirganî li Deriyê Sînorî yê Kêlê yê di navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê de hat rawestandin. Sedema vê biryarê hîn bi awayekî fermî nehatiye eşkerekirin, lê tê texmînkirin ku pirsgirêkeke teknîkî hebe.
Li gorî zanyariyên peyamnêrê K24ê, rayedarên Îranê ji Rêveberiya Gumrika Raperînê û ajokarên kamyonan re ragihandine ku îro Pêncşemê, 19ê Hezîranê, Deriyê Sînorî yê Kêlê dê girtî be û ti çûnûhatineke bazirganî çênabe.
Heta niha sedema sereke ya girtina derî ne diyar e. Lê li gorî gotinên hinek ajokaran, pirsgirêk di sîstema elektronîk a derî de çêbûye û ji ber wê yekê hatiye girtin. Derbarê dema jinûvevekirina derî de jî ti agahî ji wan re nehatiye dayîn.
Rawestandina tevgera bazirganiyê di demekê de tê ku ji ber şerê Îran û Îsraîlê hejmara kamyonan kêm bûbû. Beriya şer, rojane nêzîkî 150 kamyonan ji her du aliyên Başûr û Rojhilatê Kurdistanê çûnûhatin dikir, lê piştî destpêkirina şer ev hejmar daketibû 70-80 kamyonan û îro bi temamî rawestiya.
Deriyê Sînorî yê Kêlê, bajarokê Qeladizê yê Başûrê Kurdistanê û bajarê Serdeştê yê Rojhilatê Kurdistanê bi hev ve girê dide û di 2ê Adara 2023an de bi awayekî fermî hatibû vekirin. Ev derî ji bilî çûnûhatina geştyaran, weke deriyekî girîng ê aborî jî tê dîtin.