Araqçî: Bi navê dîplomasiyê em xapandin û plana êrîşê danîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Îranê Ebbas Araqçî ragihand, Amerîkayê bi danûstandinên dîplomatîk ew mijûl kirin, da ku Îsraîl plana êrîşkirina ser Îranê amade bike. Araqçî ev yek wekî "xiyaneteke dîplomatîk" bi nav kir û got, heta êrîş nesekinin ew ê venegerin ser maseya gotûbêjan.

Wezîrê Derve yê Îranê Ebbas Araqçî, Amerîka bi tundî tawanbar kir û got, "Dema ku wan em bi dîplomasiyê mijûl kiribûn, wan planeke êrîşkirina ser Îranê datanî. Bi vê yekê, wan xiyaneteke dîplomatîk li welatê me kir."

Araqçî destnîşan kir, welatê wî ji Amerîka û gotûbêjên dîplomatîk ne piştrast e, ji ber ku êrîşên Îsraîlê yên li ser Îranê di heman dema ku danûstandinên dîplomatîk bi Amerîkayê re birêve diçûn ve, dest pê kirin.

Di hevpeyvîneke ligel kanala Amerîkî “NBC News” de, Wezîrê Derve yê Îranê got, mijar ji rêveberiya Serokê Amerîkayê Donald Trump re hatiye hiştin ku şiyan û vîna xwe ya ji bo çareseriyeke aştiyane nîşan bide. Lê belê, wî da zanîn ku Washingtonê giringî nedaye mijara dîplomatîk û danûstandin tenê bi wê mebestê bûne ku rê li ber êrîşên asmanî yên Îsraîlê li ser Îranê xweş bikin.

Araqçî got jî: "Dibe ku ev planeke wan a ji berê ve hatibû amadekirin bû û pêdiviya wan bi demê hebû. Ew dem jî bi rêya danûstandinan ji bo plana êrîşê bi dest xistin. Ji ber vê yekê, em nizanin ji niha û pê ve em ê çawa baweriya xwe bi wan bînin, ji ber ku tiştê wan kiriye, xiyaneteke dîplomatîk bû."

Araqçî duhî di gotûbêjên li Cenêvê de ji dîplomatên payebilind ên Ewropayê re ragihand, welatê wî ji bo gotûbêj û danûstandinan amade ye, lê bi tenê mercekî wan heye: Divê Îsraîl dawî li êrîşên xwe bîne.

Herwiha got: "Em nikarin di demekê de ku êrîş berdewam dikin, li ser danûstandinan jî berdewam bin."

 
Fly Erbil Advertisment