Reuters: Îranê berî êrîşa Amerîkayê uranyûma xwe veguhestiye
Navenda Nûçeyan (K24) - Çavkaniyeke Îranî ji ajansa Reutersê re got, "Berî êrîşa Amerîkayê li ser dezgehên atomî, me piraniya uranyûma pîtandî ji dezgeha Fordoyê bo cihekî veşartî veguhestibû."
Şiroveker dibêjin, “Êrîşa li ser dezgeha Fordoyê nîşana şiyanên hewalgirî û teknolojîya pêşketî ye, ji ber ku Îranîyan xeta xwe ya bergiriyê ji ber ihtîmala êrîşeke li ser dezgehên din ên atomî xurt kiriye."
Du berpirsên payebilind ên Pentagonê ji kanala CBS Newsê re ragihandiye ku, sê balafirên B-2 yên Amerîkayî êrîşî dezgeha atomî ya Fordoyê kiriye, ku di bin çiyayekî ve bi kûrahiya nêzîkî 300 pêyan anku 90 metran hatibû çêkirin.
Li gorî çavkaniyan, dezgeha Fordoyê yek ji cihên pîtandina uranyûmê yên herî hestyar û stratejîk e. Îsraîlê li serê sibeha roja Înê (13ê Hezîrana 2025ê) bi zêdetirî 200 balafirên şerî bi dehan cihên leşkerî û bingehên atomî li Tehranê û çend deverên din ên Îranê bombebaran kirin. Herwesa hejmareke berpirsên leşkerî yên payebilind û zanayên atomî kuştin.
Îranê jî derengê şeva Înê ji aliyê xwe ve wekî bersivek ji bo êrîşên Îsraîlê Operasyona "Soza Rastgo ya 3"ê ragihand û bi sedan mûşekên balîstîk avêtin Tel Evîvê. Sîstema bergiriya asmanî ya Îsraîlê rê li piraniya wan girt. Lê hejmareke wan ket û çend avahî û xanî wêran bûn.