Îran daxwaza civîneke bilez a Encûmena Ewlehiyê dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Ajansa Tesnîmê ya Nûçeyan ragihand ku, Balyoz û Nûnerê Îranê yê Herdemî li Neteweyên Yekgirtî nameyek ji Encûmena Ewlehiya Navneteweyî re şandiye û tê de amaje daye ku, Komara Îslamî ya Îranê daxwaza civîneke bilez a wê encûmenê dike da ku aştî û ewlehiya navneteweyî bê gîrobûn bê parastin.

Balyoz û Nûnerê Îranê yê Herdemî li Neteweyên Yekgirtî Emîr Seîd Îrevanî îro (Yekşem, 22ê Hezîrana 2025ê) nameyek ji Encûemna Ewlehiya Navneteweyî re şandiye û tê de behsa êrîşên serê vê sibehê yên asmanî yên Amerîkayê li ser dezgehên atomî yên welatê xwe kiriye.

Emîr Seîd Îrevanî di wê nameyê de gotiye, "Bi liberçavwergirtina êrîşên ron û neqanûnî, em daxwaza wê civîna bilez dikin.” Herwesa daxwaz kiriye ku, bi tundtirîn awa ew êrîş bê şermezarkirin û hemî rêkarên pêdivî li dû peymana Neteweyên Yekgirtî ji bo rêgirtina li dubarebûna êrîşên wesa li ser Îranê bê wergirtin

Navbirî di nameya xwe de gotiye, "Ez dixwazim bala we û endamên Encûmena Ewlehiya Navneteweyî bikşînim ser gefeke pir xeternak li ser ewlehiya herêmî û navneteweyî, ji encama wê êrîşa neqanûnî ya Amerîkayê kiriye ser serweriya Îranê û silametiya axa wê."

Serokê Amerîkayê Donald Trump li serê sibeha îro (Yekşem, 22ê Hezîrana 2025ê) li Koçka Spî di gotarekê de got, “Balafirên şerî yên Amerîkayê li sê cihên Îranê operasyoneke pir berfireh pêk aniye, dezgehên atomî yên rejîma Îranê bombebaran kirine, Fordo, Netenz û Esfehan wêran kirine.”

Donald Trump herwesa got, "Armanca me ji wê êrîşê ew bû ku em şiyana Îranê ya pîtandina uranyûmê rawestînin û gefên rejîma Îranê bidawî bînin, ku di piştevanîkirina terorê de li cîhanê welatê herî mezin e."

Navbirî amaje jî da, "Ez dikarim ji cîhanê re bibêjim ku êrîşa me pir bêhempa bû, ji hêla leşkerî ve pir serketî bû, ji ber ku bingehên atomî yên Îranê bi tevahî hatine wêrankirin û pûçkirin."

Serokê Amerîkayê herwesa ragihand, “Îranê Rojhilata Navîn têk daye, lê niha divê ew aştiyê bike.”