Wezîrê Derve yê Îranê: Me çend bijarde bo bersivdana Amerîkayê hene

Ebas Iraqçî
Ebas Iraqçî

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Îranê tekezê li ser bersivdana êrîşên Amerîkayê yên li ser bingehên atomî yên Netenz, Fordo û Esfehanê dike.

Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Iraqçî îro (Yekşem, 22ê Hezîrana 2025ê) di konferanseke rojnamevanî de li Stenbolê êrîşa Amerîkayê ya li ser bingehên atomî yên welatê xwe bi tundî şermezar kir û tekez kir ku, Amerîka dê berpirsiyariya encamên wê werbigire.

Wezîrê Derve yê Îranê daxwaz ji Encûmena Ewlehiya Navneteweyî kir ku, ji bo şermezarkirina wan êrîşan civîneke awarte li dar bixe. Amaje jî da ku, Serokê Amerîkayê Donald Trump xiyanet li dîplomasiyê, dengdêr û alîgirên xwe kir ji ber ku êrîş di demekê de hatin kirin ku, Îran bi Ewropayiyan re di derheqa bernameya xwe ya atomî de li ser danûstandinên xwe berdewam bû.

Ebas Iraqçî tekez jî kir ku li gorî peymana Neteweyên Yekgirtî, mafê Îranê heye ku bersivê bide û ji bo vê armancê jî çend bijardeyên wan hene. Herwesa got, "Amerîka û Îsraîla bi êrîşkirina li ser dezgehên me yên atomî ji hêla sor a mezin derbas bûne û ez nizanim di paşerojê de çi rê dimîne ku em danûstandinan bikin."

Iraqçî di pareke din a axaftina xwe de eşkere jî kir, "Ez dê sibe (Duşem, 23ê Hezîrana 2025ê) biçim Moskoyê û dê bi Serokê Rûsyayê Vladimîr Putin re bicivim."

Serokê Amerîkayê Donald Trump li serê sibeha îro (Yekşem, 22ê Hezîrana 2025ê) li Koçka Spî di gotarekê de got, “Balafirên şerî yên Amerîkayê li sê cihên Îranê operasyoneke pir berfireh pêk aniye, dezgehên atomî yên rejîma Îranê bombebaran kirine, Fordo, Netenz û Esfehan wêran kirine.”

Donald Trump herwesa got, "Armanca me ji wê êrîşê ew bû ku em şiyana Îranê ya pîtandina uranyûmê rawestînin û gefên rejîma Îranê bidawî bînin, ku di piştevanîkirina terorê de li cîhanê welatê herî mezin e."

Navbirî amaje jî da, "Ez dikarim ji cîhanê re bibêjim ku êrîşa me pir bêhempa bû, ji hêla leşkerî ve pir serketî bû, ji ber ku bingehên atomî yên Îranê bi tevahî hatine wêrankirin û pûçkirin."

Serokê Amerîkayê herwesa ragihand, “Îranê Rojhilata Navîn têk daye, lê niha divê ew aştiyê bike.”