Desthilata Dadweriyê ya Îranê: Rewşa Girtîgeha Evinê di bin kontrolê de ye
Navenda Nûçeyan (K24) - Ajansa nûçeyan a girêdayî Desthilata Dadweriyê ya Îranê ragihand ku, ji ber êrîşa îro ya Îsraîlê bo ser Girtîgeha Evinê li bakurê Tehranê, zirar gihîştiye wê girtîgehê.
Wê ajansê amaje jî daye ku, rewşa wê girtîgehê bi tevahî di bin kontrolê de ye, birêvebirina wê girtîgehê ti pirsgirêkek nîne.
Girtîgeha Evinê, ku zêdetir wekî girtîgeha berhelistkaran tê nasîn, ji ber êrîşên berdewam ên di navbera Îsraîl û Îranê de di bin gefê de ye.
Çavkaniyên ewlehiyê yên Îranê îro (Duşem, 23.06.2025) nûçeya li ser nearamiyên di hundirê girtîgeha Evinê de red kir, ev jî piştî ku artêşa Îsraîlê di êrîşeke mûşekî de, ku çend deverên Tehranê vegirtin, pareke wê girtîgehê bombebaran kir.