Rêveberê Efrînê bi şandeyeke Êzidiyan re civiya

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberê Herêma Efrînê pêşwazî li şandeke Êzidiyên Efrînê kir û plana nû ya ji bo ewlehî û aboriyê pêşkêş kir û tekezî li ser xebata hevbeş kir.
Rêveberê Herêma Efrînê, Mesûd Bettal îro 25ê Hezîranê, pêşwaziya şandeyeke ji welatiyên Êzidî yên li Efrînê kir. Di civînê de, guh li kêşe û zehmetiyên ku rûbirûyê xelkê herêmê dibin, hat dayîn.
Di hevdîtinê de, Rêveber Bettal plana xebatê ya ku ji bo pêşxistina herêmê di warên ewlehî û aborî de dest pê kirine, bi berfirehî şîrove kir. Herwiha tekezî li ser girîngiya hevgirtin û xebata hevbeş a ji bo pêkanîna aramî û geşedanê kir.
Ev hevdîtin weke nîşana rihê hevkariyê û hewldana ji bo çareserkirina pirsgirêkên ku li pêşiya hemû pêkhateyên civaka Efrînê ne, hat nirxandin.