Fermandarê Biryargeha Navendî ya Xatemûl Enbiya mir
Navenda Nûçeyan (K24) - Biryargeha Navendî ya Xatemûl Enbiya mirina Lîwa Elî Şadimanî ji ber giraniya birîna wî ragihand.
Ajansa Tesnîmê ya Nûçeyan îro (Çarşem, 25ê Hezîrana 2025ê) parve kir, “Fermandarê Biryargeha Navendî ya Xatemûl Enbiya Elî Şadimanî, piştî ku hefteya borî di êrîşeke asmanî ya Îsraîlê de birîndar bûbû, îro ji ber giraniya birîna xwe mir.”
Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xameneyî di ragihandinekê de sersaxî ji malbata wî û dost û hevalên wî re xwest.
Xamineyî herwesa got, “Bi alîkariya Xudê, rêya vî fermandarê mucahid dê ji hêla mucahidên birûmet ên Bereyê Miqawemeyê ve bi hêz û baweriya herî zêde bê berdewamkirin.”
Îsraîlê li serê sibeha roja Înê (13ê Hezîrana 2025ê) bi zêdetirî 200 balafirên şerî bi dehan cihên leşkerî û bingehên atomî li Tehranê û çend deverên din ên Îranê bombebaran kirin. Herwesa hejmareke berpirsên leşkerî yên payebilind û zanayên atomî kuştin.
Îranê jî derengê şeva Înê ji aliyê xwe ve wekî bersivek ji bo êrîşên Îsraîlê Operasyona "Soza Rastgo ya 3"ê ragihand û bi sedan mûşekên balîstîk avêtin Tel Evîvê. Sîstema bergiriya asmanî ya Îsraîlê rê li piraniya wan girt. Lê hejmareke wan ket û çend avahî û xanî wêran bûn.