Xamineyî: Amerîka ji ber tirsa nemana Îsraîlê hat nav şerî

Elî Xamineyî
Elî Xamineyî

Navenda Nûçeyan (K24) - Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî îro (Pêncşem, 26ê Hezîrana 2025ê) di peyamekê de li ser tora civakî ya Xê ragihand, "Ez ji bo serkeftina we ya li ser Îsraîlê pîrozbahiyê li we dikim.”

Ev jî parek ji peyama Xamineyî ye:

Ez erkê xwe dibînim ku çend pîrozbahiyan li gelê Îranê bikim, ya yekê ez ji bo serkeftina wan a li ser Îsraîla sexte pîrozbahiyê li wan dikim.

Tevî wan hemî deng û propaganda û tometan, hind bû ku Îsraîl ji ber êrîşên Îranê ji bin çûba.

Pîrozbahiya duyê jî bi serkeftina Îranê ya li ser Amerîkayê ve girêdayî ye. Amerîka rasterast hat nav şerî ji ber ku wê hîs kir ku eger ew nekeve nav şerî, Îsraîl dê bi tevahî bê hilweşandin. Lê wê di vî şerî de tiştek bi dest nexist.”

Li vê derê jî, Komara Îslamî bi ser keft û zileheke tund li Amerîkayê da.

Pîrozbahiya sêyê jî pîrozbahiya yekrêzî û hevgirtina neasayî ya gelê Îranê ye.

Spas ji Xudê re, neteweyeke nêzîkî 90 milyon kesan yekgirtî rawestiya, bi yek dengî, mil bi mil, bê ku ti cudahiyek di daxwaz û niyetên wan de hebe, li kêleka hev sekinîn, drûşm gotin, axivîn û piştgirî da hêzên çekdar, û dê ji niha û pê ve jî her bi wî awayî be.

Gelê Îranê di vî warî de mezinahî û sîmayê xwe yê bilind û diyar û berçav nîşan da û selimand ku, di demên pêdivî de ev gel yekdeng e, û spas ji Xudê re ku ev çê bû.

 
 
 
Fly Erbil Advertisment