Ragihandina Îtilaata Îranê li ser şerê 12 rojî yê bi Îsraîlê re
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Îtilaatê ya Îranê îro (Pêncşem, 26ê Hezîrana 2025ê) li ser şerê 12 rojî yê bi Îsraîlê re ragihandinek parve kir û tê de got ku, wê derbeke mezin li "torên sîxuriyê yên dijminî" daye.
Di wê ragihandinê de hatiye, "Careke din desthilata zordar a cîhanî ya bi serokatiya Şeytanê Mezin, Amerîkayê, bendik ji stûyê kûçikê har ê Sehyonîst vekir û rûpeleke din a reş li dîroka xwe ya pirî şermezarî zêde kir."
Wezareta navbirî herwesa amaje daye, "Tevî wê rewşa dijwar, bi piştevaniya Xudê û bereketa Hezretê Welî Esir Îmamê Mehdî, rêberiya hekîmane ya Rêberê Bilind ê Şoreşa Îslamî Hezretê Ayetulah Uzma Elî Xamineyî, gelê mezin ê Îranê û şiyan û îradeya hêzên çekdar ên Îranê, ku ji artêşa Pasdaran û hêza mûşekî û bergiriya asmanî û polîsên navxwe, me karî serkeftineke mezin û zêrîn ji bo welatê mezin û şoreşger ê xwedî şaristaniya kevnar, Îrana Îslamî, tomar bikin.”
Agirbesta navbera Îran û Îsraîlê seet 7:00 ê sibeha pêr (Sêşem, 24.06.2025) hat destpêkirin. Serokê Amerîkayê Donald Trump ji her du aliyan xwast ku, ji bo pêkanîna aştiyê li deverê pabendî wê agirbestê bibin.
Îsraîlê li serê sibeha roja Înê (13ê Hezîrana 2025ê) bi zêdetirî 200 balafirên şerî bi dehan cihên leşkerî û bingehên atomî li Tehranê û çend deverên din ên Îranê bombebaran kirin. Herwesa hejmareke berpirsên leşkerî yên payebilind û zanayên atomî kuştin.
Îranê jî derengê şeva Înê ji aliyê xwe ve wekî bersivek ji bo êrîşên Îsraîlê Operasyona "Soza Rastgo ya 3"ê ragihand û bi sedan mûşekên balîstîk avêtin Tel Evîvê. Sîstema bergiriya asmanî ya Îsraîlê rê li piraniya wan girt. Lê hejmareke wan ket û çend avahî û xanî wêran bûn.