Sibe geştên asmanî ji Hewlêrê bo Kopenhaginê dest pê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) - Rêveberê Balafirxaneya Navneteweyî ya Hewlêrê amaje da ku, hemî geştên asmanî ji Balafirxaneya Navneteweyî ya Hewlêrê ber bi welatên Ewropayê ve dê di rojên pêş de ji nû ve dest pê bikin.
Rêveberê Balafirxaneya Navneteweyî ya Hewlêrê Ehmed Hoşyar îro (Pêncşem, 26ê Hezîrana 2025ê) ji malpera Kurdistan24ê re got, “Sibe (Înê) geştên asmanî yên rasterast ji Balafirxaneya Navneteweyî ya Hewlêrê ber bi Ewropayê ve dê ji nû ve dest pê bikin, geşta yekê jî dê ber bi Kopenhaginê ve be.”
Rêveberê Balafirxaneya Navneteweyî ya Hewlêrê herwesa got, “Hemî geştên asmanî ji Balafirxaneya Hewlêrê ber bi welatan ve dê di rojên pêş de normal bibin.”
Ev jî di demekê de ye ku Wezareta Veguhastin û Ragihandinê ya Hikûmeta Federal li roja Sêşemê (24ê Hezîrana 2025ê) ragihand ku, geştên asmanî dê li roja Çarşem (24ê Hezîrana 2025ê) ji her du balafirxaneyên Bexda û Besrayê bo derve bi awayê pilebendiyê dest pê bikin.
Desteya Balafirvaniyê ya Iraqê ji ber şerê Îran û Îsraîlê asmanê Iraqê daxist û wesa hemî geştên asmanî yên Iraq û Herêma Kurdistanê hatin rawestandin.
Berdevka Wezareta Veguhastin û Gihandinê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dîlan Reşad jî ji aliyê xwe ve li roja Duşemê (16ê Hezîrana 2025ê) ji Kurdistan24ê re got, “Ji ber êrîşên Îsraîl û Îranê, heta niha zêdetirî 300 geştên asmanî li her du balafirxaneyên navneteweyî yên Hewlêr û Silêmaniyê hatin hilweşandin.”