Tehran.. Sibe merasîma veşartina termên qurbaniyên êrîşên Îsraîlê tê lidarxistin

Navenda Nûçeyan (K24) - Fermandarê Artêşa Mihemed Resûlilayê ya Artêşa Pasdarên Îranê ragihand, “Sibe (Şemî) termên 60 kesên ku di êrîşên Îsraîlê de li Tehranê hatine kuştin bi merasîmeke mezin a şînê tên veşartin, ku termên fermandar û zanayên atomî û hejmareke xelkê asayî jî di nav wan de hene.”

Lîwa Hesenzade got, “Merasîma tevlîbûna milyonî ji bo veşartina termên şehîdên êrîşên Îsraîlê sibe (Şemî, 28ê Hezîrana 2025ê) ji meydana Inqîlabê heta meydana Azadiyê bi peyayî tê lidarxistin.”

Navbirî amaje jî da, "Tevlîbûna mîlyonî di wê merasîmê de ne tenê rêzgirtina li canê qurbaniyan e, belkî diyarkirina dilsoziya ji bo canê qurbaniyan û tekezkirina li ser soza rastgoyîyê li beranberî dijminên Îranê jî ye."

Pişka Têkiliyên Giştî ya Artêşa Pasdaran jî ji aliyê xwe ve daxwaza tevlîbûna berfireh a cemawerî di wê merasîmê de dike, ku biryar e sibe ji bo veşartina termên kuştiyên şerê 12 rojî bê lidarxistin.”

Lîwa Hesenzade herwesa ragihandiye ku, ew merasîm dê seet 8ê sibehê bi dema Tehranê dest pê bike.

Îsraîlê li serê sibeha roja Înê (13ê Hezîrana 2025ê) bi zêdetirî 200 balafirên şerî bi dehan cihên leşkerî û bingehên atomî li Tehranê û çend deverên din ên Îranê bombebaran kirin. Herwesa hejmareke berpirsên leşkerî yên payebilind û zanayên atomî kuştin.

Îranê jî derengê şeva Înê ji aliyê xwe ve wekî bersivek ji bo êrîşên Îsraîlê Operasyona "Soza Rastgo ya 3"ê ragihand û bi sedan mûşekên balîstîk avêtin Tel Evîvê. Sîstema bergiriya asmanî ya Îsraîlê rê li piraniya wan girt. Lê hejmareke wan ket û çend avahî û xanî wêran bûn.

 
Fly Erbil Advertisment