Emar Hekîm: Iraq li ser ti welatekî nabe çavkaniya gefan

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Tevgera Hîkmeyê ya Niştîmanî ya Iraqê tekez dike, "Iraq li ser ti welatekî nabe çavkaniya gefan, lê em dê destûrê jî nedin ku daxwazên ti alî û welatekî li ser me bên sepandin, ku berevajî îradeya niştîmanî û berjewendiyên gelê me bin.”
Serokê Tevgera Hîkmeyê ya Niştîmanî ya Iraqê Emar Hekîm îro (În, 27ê Hezîrana 2025ê) ji ber Sersala Koçî gotarek li ser rewşa Iraqê pêşkêş kir û got, “Welatê me xwedî serwerî ye û her tim aştiyê dixwaze.”
Emar Hekîm amaje jî da, "Me ji amerîkayê re ragihandiye ku Iraq naxwaze bibe parek ji ti şerekî, herwesa em dikarin bi yekrêziyê tenahiya welatî biparêzin. Em miletek in ku tu carî tu sepandinekê qebûl nakin."
Navbirî tekez jî kir, "Iraq li ser ti welatekî nabe çavkaniya gefan, lê em dê destûrê jî nedin ku daxwazên ti alî û welatekî li ser me bên sepandin, ku berevajî îradeya niştîmanî û berjewendiyên gelê me bin.”
Serokê Tevgera Hîkmeyê ya Niştîmanî ya Iraqê herwesa got, "Hilbijartin ji bo ewlehiya Iraqê rêyeke garantîkirî ye."