Kerkûk: Kêmbûna avê welatiyan neçar dike ku malên xwe veguhêzin

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji ber kêmbûna asta ava Bendava Dûkanê, li parêzgeha Kerkûkê qeyraneke mezin a kêmaviyê derketiye holê. Li gelek taxên bajêr av qut bûye, ev yek jî bûye sedem ku Rêveberiya Avê ya Kerkûkê ji bo çareserkirina pirsgirêkê dest bi kolandina bîran bike.
Kêmbûna avê bandoreke neyînî li jiyana rojane ya welatiyan kiriye. Hin welatî ji neçarî dixwazin malên xwe bifiroşin û koçî taxên din bikin ku rewşa ava wan baştir e.
Welatî Bêhêvî ne: Av nîne ku em xwe pê bişon
Taxa Kurdistan yek ji wan taxan e ku her sal di werza havînê de bi qeyrana kêmaviyê re rû bi rû dimîne. Welatiyên herêmê gazinên xwe tînin ziman:
Mihemed Zeynel Ji K24ê re axivî û got, "Her sal ev rewşa me ye. Em dixwazin xaniyê xwe bifiroşin û biçin taxeke din ku ava wê hebe."
Mueyed Ehmed: Dibêje: "Ez ji sala 2017an ve li vir im û bi tankerê avê dikirim. Salane di navbera 200 hezar û 300 hezar dînaran de tenê ji bo kirîna avê xerc dikim. Dema ji kar vedigerim, av nîne ku ez xwe pê bişom."
Fewziye Salih: Destnîşan dike ku ew neçar in avê bikirin û dibêje, "Em bi tankerê jî avê dikirin, lê ava wê ne ji bo vexwarinê baş e û ne jî tişt pê tên şûştin. Lê ji ber ku zarokên me yên biçûk hene, em neçar in."
Asta avê daketiye, para Kerkûkê kêm bûye
Piraniya welatiyên Kerkûkê ji bo ava vexwarinê pişta xwe dispêrin ava Zêyê Biçûk, ku çavkaniya wê Bendava Dûkanê ye. Asta ava bendavê ji 7 milyar metrekup daketiye milyarek û 700 milyon metrekupî, ku ev asta herî nizm e di 20 salên dawî de.
Cîgirê Rêveberê Rêveberiya Avê ya Kerkûkê endezyar Hîwa Reşîd ragihand: "Berê ku pirsgirêka kêmbaranî û avê nebû, para Kerkûkê ji ava Dûkanê 70 metrekup di çirkeyekê de bû. Lê niha ji ber kêmbûna avê, ev par daketiye 30 metrekup di çirkeyekê de. Ev rewş metirsîdar e û divê welatî bizanibin ku em di rewşeke xirab de ne."
Reşîd da zanîn ku ji bo çareserkirina vê rewşê, ew li hemû herêman dest bi kolandina bîran dikin.
Hişyarî: Havîneke dijwar
Parêzgarê Kerkûkê jî di civîna xwe ya dawî de hişyarî da û got ku Kerkûk li ber qeyraneke mezin a kêmaviyê ye û mehên Tîrmeh û Tebaxê dê ji bo welatiyan pir dijwar bin.
Pispor amaje pê dikin ku kêmavî li seranserê Iraqê gefeke mezin e û li gorî gelek nêrînan, "şerê mezin ê paşerojê li vî welatî dê şerê avê be," lê rayedarên Iraqê hîn jî xwe ji bo vê rewşê amade nekirine.