Brîtanya: Me li Idlibê endamekî DAIŞê kuşt

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Berevaniyê ya Brîtanyayê ragihand, hêzên wê yên asmanî di operasyonekê de li parêzgeha Idlibê endamekî DAIŞê kuştiye. 

Li gorî rojnameya "The Sun" a Brîtanî, droneke Hêzên Asmanî yên Brîtanyayê, piştî şopandineke hûr, endamekî DAIŞê li bajarê Sermedayê yê gundewarê Idlibê kiriye armanc.

Hat diyarkirin, dron ji cureya "Reaper", bi mûşekeke "Hellfire" rasterast li motorsîkleta ku endamê DAIŞê li ser bûye xistiye û di cih de ew kuştiye.

Wezareta Berevaniyê ya Brîtanyayê di daxuyaniyeke fermî de diyar kir, berî êrîşê, tîma operasyonê piştrast bûye ku ti sivîl li herêmê nînin û êrîş bi awayekî pir hûr pêk hatiye û ti ziyanên din çênebûne. 

Li gorî agahiyan, ev operasyon roja 10'ê Hezîrana 2025'an pêk hatiye.

Lê belê, Berevaniya Sivîl a Sûriyeyê di heman rojê de ragihandibû, di encama êrîşeke droneke nenas de li ser rêya di navbera Sermeda û gundê Berdeqliyê de kesek hatiye kuştin.

Herwiha hat destnîşankirin, du êrîşên din ên cuda yên bi dronan, ku tê texmînkirin ser bi Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ve bin, pêk hatine. Di encama van êrîşan de bi giştî du kes hatine kuştin û çar kesên din jî birîndar bûne.

 
Fly Erbil Advertisment