Îranê kuştina fermandarekî çalak ê Supaya Qudsê ragihand

Navenda Nûçeyan (K24) – Medyaya Îranê kuştina Ebûfezl Nîkuyî, ku bi navê "Hacî Yûnis" tê naskirin û wek fermandarê herî nêzîk ê Qasim Silêmanî dihat dîtin, di şerê dawî yê bi Îsraîlê re ragihand.
Ajansa “Tesnîm” ya Îranê, îro 29ê Hezîranê, nûçe piştrast kir û ragihand ku Hacî Yûnis yek ji fermandarên payebilind ên Feyleqa Qudsê û kesayetekî nêzîkî Qasim Silêmanî, fermandarê berê yê navdar ê heman hêzê bû.
Her çend e ajansê cih û dema kuştina vî fermandarê payebilind eşkere nekiribe jî, amaje pê kir ku ew di şerê 12-rojî yê di navbera Îran û Îsraîlê de jiyana xwe ji dest daye. Herwiha bal kişand ser rol û bandora Hacî Yûnis di nav Feyleqa Qudsê de.
Li gorî heman çavkaniyê, Qasim Silêmanî di hin kar û çalakiyên xwe de şêwir bi Hacî Yûnis dikir û nêrînên wî bi girîngî werdigirtin, ku ev yek pileya wî ya stratejîk a bilind di nav Supaya Pasdaran de nîşan dide.
Ajansê da zanîn, Hacî Yûnis ji bo heyama 8 salan berpirsê "dosyeya Sûriyeyê" bûye û li wî welatî serperiştiya çalakiyên leşkerî yên Feyleqa Qudsê kiriye. Tê gotin ku wî şarezayiyeke kûr derbarê rewşa siyasî, aborî, cografî û civakî ya Sûriyeyê de hebû.