Dîndar Zêbarî: Zêdetir ji 4 hezar kesî bi tohmeta bazirganî û bikaranîna madeyên hişbir hatine girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêkxerê Rasparteyên Navdewletî Dîndar Zêbarî tekez kir, hewlên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên ji bo rûbirûbûna madeyên hişbir gelekî cidî ne û ji bo bazirganên van madeyan ti lêborîn nîne.

Nivîsgeha Rêkxerê Rasparteyên Navdewletî bi hevkariya Rêxistina FAO, îro 30î Hezîranê li Hewlêrê "Dîdara Rûbirûbûna Madeyên Hişbir" li dar xist.

Di gotara xwe de, Zêbarî da zanîn ku Kabîneya Nehem a Hikûmetê, amûrên pişkinîna madeyên hişbir li ser sînoran û li firokexaneyan bi cih kirine.

Zêbarî got: "Me bi Wezareta Perwerdeyê re gotûbêj kiriye ku metirsiyên madeyên hişbir bibe mijareke xwendinê. Herwiha em bi Wezareta Xwendina Bilind re jî ji bo kampanyayên hişyariyê yên li zanîngehan di nava axaftinan de ne."

Li gorî amarên Zêbarî, heta niha 1564 kes bi tawana bazirganî û bikaranîna madeyên hişbir hatine dadgehkirin û 900 bazirganên serekî jî hatine girtin û cezakirin.

Zêbarî bal kişand ser wê yekê ku rêjeya herî zêde ya bazirgan û bikarhêneran di navbera temenê 18 û 35 salî de ne û ev yek ji bo civakê "cihê metirsiyê ye."

Herwiha diyar kir, kesên hatine girtin, ne tenê xelkê Herêma Kurdistanê ne, lê di nav wan de xelkê ji derveyî Herêmê û ji navîn û başûrê Iraqê jî hene.

Rêkxerê Rasparteyên Navdewletî eşkere kir, niha zêdeyî 4 hezar kesên girtî û cezakirî ji ber lêpirsîn an jî cezakirina li ser madeyên hişbir, li navendên çaksaziyê yên Herêma Kurdistanê ne.

 
Fly Erbil Advertisment