Îran ji Amerîkayê re: Bîrokeya sifirkirina pîtandina uranyûmê wek yasaya daristanê' ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê dibêje, Amerîka ji bo destpêkirina danûstandinên atomî peyam şandiye, lê Serokê Amerîkayê Donald Trump van îdiayan red dike û dibêje ku wan dezgehên atomî yên Îranê bi temamî jinav birine.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê, Mecîd Textrewançî îro 30ê Hezîranê di hevpeyvîneke ligel “BBC” de ragihand, Amerîkayê bi rêya navbeynkaran peyam ji bo Tehranê şandiye, da ku danûstandinên atomî ji nû ve dest pê bikin.

Textrewançî got, ji bo serkeftina danûstandinan, divê Serokê Amerîkayê Donald Trump "bîrokeya êrîşkirina ser Îranê ji serê xwe derxe" û pirsî: "Gelo çi dibe eger Amerîka careke din êrîşî Îranê bike?"

Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê da zanîn, ew dikarin li ser rêjeya pîtandina uranyumê bi Amerîkayê re li hev bikin, lê bîrokeya sifirkirina pîtandina uranyumê weke "yasaya daristanê" binav kir.

Li aliyê din, Serokê Amerîkayê Donald Trump, daxuyaniyên Îranê red kir û got ew bi Îranê re napeyivin û ti pêşniyar pêşkêşî wan nakin. Trump tekez kir ku Amerîkayê "dezgehên atomî yên Îranê bi temamî jinav birine."

Serokê Amerîkayê herwiha got, Îran niha nikare vegere ser bernameya xwe ya atomî û got: "Îran niha gelek westiyayî ye."

 

 
Fly Erbil Advertisment