Tirkiye li ser daxwaza Iraqê, ava Dîcle û Firatê zêdetir berdide

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Parlamentoya Iraqê Mehmûd Meşhedanî di serdana xwe ya bo Tirkiyeyê de, bi Serokkomarê wî welatî Recep Tayyip Erdogan re civiya. Mijara sereke ya hevdîtinê, pirsa avê bû û li gorî encamên civînê, Tirkiye razî bûye ku rêjeya ava ku ber bi Iraqê ve diherike zêde bike.
Şanda Iraqê bi serokatiya Mehmûd Meşhedanî îro 1'ê Tîrmehê li Enqereyê bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re civiya. Di civînê de pêwendiyên dualî û mijarên girîng ên herdu welatan, bi taybetî jî krîza avê, hatin gotûbêjkirin.
Li gorî daxuyaniya ku piştî civînê hatiye belavkirin, Erdogan daxwaza Meşhedanî ya derbarê berdana avê de qebûl kiriye. Li ser vê yekê, Tirkiye dê ji sibê (2'ê Tîrmehê) ve, ji herdu çemên Dîcle û Feratê rojane 420 metre çargoşe av di çirkeyekê de berde.
Serokê Parlamentoya Iraqê di hevdîtinê de herwiha tekezî li ser wê yekê kir ku "Tirkiye tiştê ku Xwedê daye wê, bi gelê Iraqê re parve dike û nikare vê yekê ji wan bigire."